Bi êrişên fuzeyan ên li ser Îran, Îsraîl û Kendavê re 12 roj qediya
Îranê bi fuzeyan êriş bir ser Îsraîl û Kendavê. Îsraîlê jî êriş bir ser Hîzbûllahê. Trump got, "Divê em vî karî biqedînin". Pezeşkiyan jî daxwaza tazmînatê kir.
Îranê bi fuzeyan êriş bir ser Îsraîl û Kendavê. Îsraîlê jî êriş bir ser Hîzbûllahê. Trump got, "Divê em vî karî biqedînin". Pezeşkiyan jî daxwaza tazmînatê kir.
Di şeva roja 12'emîn a şerê Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îsraîlê ya li ser Îranê de li dijî welatên Kendavê bi fuze û ÎHA'yan êriş, li ser Lubnanê bobardûman, li peravên Iraqê êrişên li ser tankeran hate kirin.
Wezareta Parastinê ya Qatarê ragihand ku Îranê 9 fuzeyên balîstîk û gelek balafirên bêmirov ber bi welatê wan ve avêtiye. Hate ragihandin ku sîstema parastina hewayî 8 fuze û ÎHA hemû asteng kir, fuzeyek jî li herêmeke ne jîngeh e ket.
Artêşa Kûweytê diyar kir ku sîstema parastina hewayî ya neteweyî bersiv da êrişên fuzeyan û balafirên bê mirov.
Wezareta Parastinê ya Îmarat ragihand ku sîstema parastina hewayî 13 fuzeyên Îranê û 39 balafirên bêmirov asteng kir.
Êrişek jî li Iraqê hate kirin. Midûrê Giştî yê bendergehên Iraqê Ferhan el Fartûsî diyar kir ku du tankerên petrolê yên biyanî ku sotemeniya Iraqê barê wan bû, bûn hedefa botên Îranê yên bombebarkirî.
Hate ragihandin ku di êrişê de personelekî keştiyan jiyana xwe ji dest da, 25 personel jÎ hatin veguhestin.
Artêşa Îranê piştrast kir ku li gel Hîzbûllahê êriş birin ser Îsraîlê.
Li gorî adxuyaniyê di êrişan de Tel Avîv, Qûds û Hafya yên di bin kontrola Îsraîlê de ne û baregehên DYE'yê yên li Urdun û Erebistana Siûdî bûn hedef.
Ev yek operasyona yekemîn e ku Îran û Hîzbûllah ji dema destpêkirina şer û vir ve dikin.
Artêşa Îsraîlê piştî êrişa bi roketan a Hîzbûllahê bombardûmaneke giran li banliyoyên başûr ên Beyrûdê kir.
Li gorî rayedarên Lubnanî di nava 12 rojan de zêdeyî 570 kes hatin kuştin.
Nûnerê Daîmî yê Îranê yê li Neteweyên Yekbûyî Emîr Seîd Îraavanî di civîna Konseya Ewlekariyê ya Neeteweyên Yekbûyî de biryarên li hemberî Îranê bi tundî rexne kir û ragihand ku mexdûrê esasî yê êrişê Îran e.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan jî anî ziman ku di peymaneke ji bo bidawîkirina şer de divê tazmînat bê dayin û garantî bê dayin ku careke din êriş neyê kirin.
Di vê navberê de Serokê DYE'yê Donald Trump ragihand ku DYE ji bo temamkirina operasyonê wê di nava şer de bimîne. Trump got, "Divê em vî karî biqedînin."