Berpirsê ewlehiyê yê Hîzbûllaha Iraqê hate kuştin
Hîzbûllaha Iraqê ragihand ku berpirsê wan ê ewlehiyê Ebu Alî Asker hate kuştin.
Hîzbûllaha Iraqê ragihand ku berpirsê wan ê ewlehiyê Ebu Alî Asker hate kuştin.
Hîzbûllaha Iraqê têkildarî kuştina yek ji rayedarên xwe yên payebilind Ebu Alî Asker daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de Hîzbûllahê ragihand ku berpirsê wan ê ewlehiyê Ebû Alî Askerî hate kuştin, lê belê têkildarî dem û cihê mirina wî agahiyên berfireh neda.
Hîzbûllaha Iraqê diyar kir ku li şûna Ebu Alî Asker sûbayekî bi navê Abu Mujahid bûye berpirsê ewlehiya Hîzbûllahê.