Berlînê bersiv da Trump: Ev ne şerê NATO’yê ye!

Hikûmeta Elmanyayê, bersiv da daxwaza Serokê DYE’yê Donald Trum ji bo piştgiriya hevalbendan bo Tengava Hurmizê û diyar kir ku tu têkiliyê şerê Îsraîl û DYE’yê ya li dijî Îranê bi NATO’yê re nîne.

Şerê ku DYE û Îsraîlê di 28’ê Sibata 2026’an de li dijî Îranê da destpêkirin,  di roja xwe ya 17’an de li gel êrîşên beramber berdewam dike û Elmanya û Îngilistanê bersiv dan banga Serokê DYE’yê Donald Trump a ji NATO’yê re.

BERDEVKÊ HIKÛMETA ELMANYAYÊ: RAYEYEKE NATOYÊ YA BI VÎ RENGÎ TUNE YE

Berdevkê hikûmeta Elmanyayê Stefan Kornelius roja Duşemê daxuyaniyek da û got ku tu eleqeya NATO’yê li gel şerê ku DYE û Îsraîl li dijî Îranê bi rê ve dibin, tune ye.

Stefan Kornelius ev yek anîn ziman: ‘’NATO, tifaqek e ku xakên welatên endam diparêze. Rayeyeke NATO’yê ya destwerdanê tune ye.’’

Serokê DYE’yê Donald Trump ji bo vekirina Tengava Hurmuz a ji aliyê Îranê ve hatiye girtin, ji hevalbendên xwe yên Ewropayê daxwaza piştgiriyê kiribû.

WEZÎRÊ KARÊN DERVE YÊ ELMANYAYÊ: LI HURMUZÊ ROLA NATOYÊ XUYA NAKE

Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Johann Wadephul jî li bajarê Brukselê daxuyaniyek da û got ku ew nabîne ku wê NATO li Hurmuzê roleke çawa bilîze.

Wadephul piştre diyar kir ku biryareke NATO’yê ya bi vî rengî tune ye û ev yek anîn ziman:

‘’Têkildarî vê mijarê, ez nabînim ku NATO’yê biryareke bi vî rengî standiye yan jî bikaribe di mijara Tengava Hurmuzê de berpirsiyariyekê bigire ser milên xwe. Ger rewşeke bi vî rengî hebûna wê saziyên NATO’yê ev mijar binirxandana.’’

Trump jî zexta xwe ya li ser hevalbendên xwe yên Ewropî zêde kir û hişyarî dabû wan ku ger ew alîkariya Washingtonê nekin NATO wê bi ‘’pêşerojeke gelekî xirab’’ re rû bi rû bimîne.

WEZÎRÊ PARASTINÊ: WÊ DESTWERDANA LEŞKERÎ ÇÊNEBE

Wezîrê Parastinê yê Elmanyayê Boris Pistorius li gel hempîşeyê xwe yê Letonyayî civîneke çapemeniyê li dar xist û di civînê de ev yek anîn ziman: ‘’Em amade ne ku ewlehiya seferên li Tengava Hurmuzê bi rêya dîplomasiyê dabîn bikin. Lê belê wê destwerdaneke leşkerî çênebe.’’

ÎNGILISTAN: WÊ JI BO HURMUZÊ OPERASYONA LEŞKERÎ ÇÊNEBE

Serokwezîrê Îngilistanê Keir Starmer roja Duşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku plana Keyatiya Yekbûyî ya têkildarî jinûvedabînakirina trafîka behrê ya li Tengava Hurmuzê ya li gel hevalbendên xwe li ser dixebite wê nebe ‘’erkekî NATO’yê.’’

Serokê Partiya Karkeran di civîna çapemeniyê de got, “Ji bo ji nû ve destpêkirina hatinûçûna deryayî ya li Tengava Hurmizê em bi dewletên din re planek amade dikin.”

Starmer, da zanîn ku ev ne mîsyoneke NATO’yê ye. Starmer, destnîşan kir ku ew ê hevpeymanek ji hêla welatên hevkar ve were avakirin û diyar kir ku ew bi Ewropa, welatên Kendavê û DYE’ê re hevkariyê dikin.

ÎRAN: HEWCE BIKE EM Ê HETA DAWIYÊ BIÇIN

Wezîrê Karûbarên Derve yê Îranê Abbas Arakçî, ji bo şerê ku li dijî Îsraîl û DYE’yê didin meşandin got ku ‘bi qasî hewce dike em amade ne pêş de herin.’

Arakçî, behsa şerê ku ji 28’ê Sibatê û vir ve didome kir û got, “Bawerim fêm kirine ku li beramberî neteweyek çawa rast hatine. Em neteweyek in ku ji bo parastina xwe tu carî dudilî nabin û amade ne ku heta dawiyê şer bikin.”

JI ÎSRAÎLÊ ÊRÎŞÊN NÛ

Artêşa Îsraîlê, ragihand ku wan êrîşên nû yên hewayî li dijî Îranê dane destpêkirin. Artêşê ragihand ku ew binesaziya hikûmeta Îranê li Tehran, Şîraz û Tebrîzê hedef girtine.

Ev êrîş di roja 17’emîn a operasyona leşkerî ya hevpar a bi DYE’yê re pêk hatin.

LI DIJÎ TESÎSÊN PETROLÊ ÊRÎŞ

Di heman demê de, li dijî tesîsa petrolê ya li Fuceyra ku dikeve peravên rojhilatê Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî, êrîşeke bi dronê pêk hat. Di encama êrîşê de agir bi tesîsa petrolê ket. Rayedaran, diyar kirin ku tu qurbanî çênebûne.

Fuceyra li perava Kendava Omanê û li derveyî Tengava Hurmizê ye.

LI EBÛ DABÎ ÊRÎŞA FUZEYÊ: KESEK MIR

Li herêma Al Bahia ya Ebû Dabiyê di encama ketina fûzeyek li ser wesayîtek sivîl, welatiyek Filîstînî bû qurbanî.

Rayedaran, ragihandin ku bûyer di encama bersivdana Îranê ya li ser Kendavê rû daye. Hat gotin ku piştî êrîşan komên ewlehiyê sewqî herêmê hatine kirin.