Beriya civîna Xezeyê 3 dîplomatên Qeterî li Misrê mirin

Beriya Civîna lûtkeyê ya Xezeyê ku dê li bajarê Şarm El-Şêx a Misrê bê lidar xistin, sê dîplomatên Qeterî di qezayeke trafîkê de mirin. Wezareta Karên Derve ya Qeterê, ragihand ku di qezayê de du dîplomatên din jî birîndar bûne.

Sefîrê Qeterê li Qahîreyê, ragihand ku sê karmendên îdarî di qezayek trafîkê de li Şarm el-Şêx dema ku li ser kar bûn mirine û got ku birîndar têne dermankirin.

Li gorî çavkaniyên Misrî, qeza ji ber ku ajokar kontrola dîreksiyonê winda kiriye çêbûye.

Bajarê Şarm El-Şeyh di demên dawiyê de ji bo agirbesta li Xezeyê malvaniya gelek hevdîtinan dike. Peymana agirbestê ya ku ji hêla Qeter, Misr û DYE’yê ve hatî çêkirin roja Înê ya bihurî ket meriyetê.

"Civîna Aştiyê ya Xezeyê" dê roja Duşemê li heman bajarî bi serkêşiya Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Donald Trump û Serokê Misrê Ebdulfettah el-Sîsî were lidarxistin. Tê payîn ku serokên ji zêdetirî 20 welatan di nav de Fransa û Keyaniya Yekbûyî jî heyî beşdarî civînê bibin. Di civînê de wê ji bo aştiyeke mayînde nîqaş bên kirin.