Baregehên Heşdî Şabî careke din bûn hedef
Baregehên Heşdî Şabî yên li Kerkûk, Selahedîn û Enbarê careke din bûn hedefa êrîşan. DYE, diyar kir ku îdîayên ku dibêjin wan hêzên ewlehiyê yên Iraqê hedef girtine ‘şaş in’.
Baregehên Heşdî Şabî yên li Kerkûk, Selahedîn û Enbarê careke din bûn hedefa êrîşan. DYE, diyar kir ku îdîayên ku dibêjin wan hêzên ewlehiyê yên Iraqê hedef girtine ‘şaş in’.
Ajansa Nûçeyan a Reuters, ragihand ku îro carek din baregehên hêzên Heşdî Şabî yên li sînorê parêzgehên Kerkûk, Selahedîn û Enbarê yên Iraqê hatine hedef girtin.
Hat ragihandin ku baregeha Heşdî Şabî ya li başûrê Kerkûkê îro hate bombebarankirin, her wiha baregeha Lîwaya 63 ya Heşdî Turkmen ya li Amerlî ya ser bi parêzgeha Selahedîn hate hedef girtin.
Reutersê da zanîn ku li navçeya Rutbe ya ser bi parêzgeha Enbar jî baregeha artêşa Iraqê ku ji aliyê Heşdî Şabî ve tê bikaranîn hate bombebarankirin. Li gorî medya Iraqê, jî ragihandî li vê derê berê drone dihatin çêkirin.
Berdevkê Wezareta Karûbarên Derve ya DYE ji AFP’ê re têkildarê êrîşa li dijî nexweşxaneya baregeheke leşkerî li Iraqê axivî û îdiayên ku dibêjin DYE hêzên ewlehiyê yên Iraqê hedef girtine bi awayekî tund red kirin.
Berdevk, diyar kir ku ev îdia bi temamî bê bingeh in û zirarê didin hevkariya di navbera DYE û Iraqê de.
Rayedarên Iraqê, jî bi eşkereyî DYE ji êrîşê berpirsyar negirtin, lê diyar kirin ku wê zirarê daye têkiliyên di navbera her du welatan de.