Baregeha Heşdî Şabî ya li Enbarê hate bombekirin
Baregeha Heşdî Şabî ya li Enbarê bi êrişeke hewayî hate bombekirin.
Baregeha Heşdî Şabî ya li Enbarê bi êrişeke hewayî hate bombekirin.
Li gorî agahiyan, baregeha Heşdî Şabî ya li navçeya Rutbe ya li Enbarê careke din bû hedefa êrişeke hewayî.
Li ser encama êrişê agahî bi dest neket. Piştî êrişê hêzên ewlekariyê ber bi cihê bûyerê ve hatin veguhestin.
Baregehên Heşdî Şabî yên li Enbar û Mûsilê ji doh ve bi balafirên şer ên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê têne bombekirin.