Bangawaziya DYA'yê ji bo hemwelatiyên xwe: Demildest Iraqê biterikînin

Balyozxaneya DYA'yê ya li Bexdayê, piştî êrişa moşekî ya li ser avahiya balyozxaneyê, hişyariya xwe ya ewlehiyê nû kir û bang li hemwelatiyên Amerîkayê kir ku bi lezgînî ji Iraqê derkevin.

Balyozxaneya DYA'yê ya li Bexdayê, piştî êrişa moşekî ya ku bi şev li ser avahiya balyozxaneyê pêk hat, roja şemiyê hişyariya ewlehiyê ya nûkirî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê hemwelatiyên Amerîkayê demildest ji Iraqê derkevin.

Di daxuyaniya balyozxaneyê de hat destnîşankirin ku metirsiya revandinê li ser Amerîkayiyan heye û hemwelatiyên DYA'yê rasterast tên hedefgirtin.

Her wiha hat hişyarkirin ku komên milîs ên bi Îranê ve girêdayî ne, dikarin di rewşên awarte de rê li ber destwerdana bi bandor a rayedarên Iraqê bigirin.

Di daxuyaniya balyozxaneyê de ev îfade hatin bikaranîn:

"Divê hemwelatiyên DYA'yê demildest ji Iraqê derkevin. Ji ber gefên giran ên milîsên terorîst ên alîgirên Îranê, ji hemwelatiyên DYA'yê yên ku tercîh dikin li Iraqê bimînin re tê pêşniyarkirin ku vê biryara xwe ji nû ve binirxînin."