Banga agirbesta demkî ji Libnanê

Rêveberiya Beyrûtê, ji bo rê li ber muzakereyên berfirehtir ên bi Îsraîlê re vebike, daxwaza agirbesteke demkî kir.

Libnanê, bi mebesta pêkanîna hevdîtinên berfirehtir ên bi Îsraîlê re, banga agirbesteke demkî kir.

Rayedarekî pilebilind ê Libnanî ji ajansa Reutersê re axivî û diyar kir ku di 24 demjimêrên dawî de têkilî di vî alî de berdewam dikin. Rayedar destnîşan kir ku modela agirbestê ya tê pêşniyarkirin, dişibe agirbesta nazik a ku bi navbeynkariya Pakîstanê di navbera DYA û Îranê de pêk hatibû; lê belê ev wekî rêyeke serbixwe tê girtin.

Heman rayedarî da zanîn ku hîn dîrok yan jî cihê hevdîtinan nehatiye diyarkirin, lê tekez kir ku di peymaneke gengaz de rola DYA’yê ya wekî navbeynkar û garantor krîtîk e.

Ev daxuyanî, piştî ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ferman da ku muzakereyên rasterast bi Libnanê re di dema herî nêz de dest pê bikin, hat belavkirin.