Artêşa Îsraîlê: Li Lubnanê di 10 deqeyan de li 100 hedefan hate xistin
Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan ji bo Lubnanê agirbest red kiriye û di êrîşên dawî yên li ser Lubnanê de di 10 deqeyan de li 100 hedefên leşkerî xistine.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan ji bo Lubnanê agirbest red kiriye û di êrîşên dawî yên li ser Lubnanê de di 10 deqeyan de li 100 hedefên leşkerî xistine.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku êrîşên dawî yên li ser Lubnanê hatine pêkanîn, ji destpêka şer û vir ve “tevgera hewayî ya herî berfireh e”.
Li gorî daxuyaniya artêşê, di 10 deqeyan de bi rengekî hemwext li 100 nuqteyan hate xistin. Hat diyarkirin ku di serî de Beyrût, Geliyê Bekaa û Başûrê Lubnan, êrîş li gelek herêman belav bûne.
Ji 2’yê Adarê û vir ve di êrîşên Îsraîlê de zêdeyî 1.500 kesan jiyana xwe ji dest dan.