Di rapora Amnesty Internationalê de hate diyarkirinku artêşa Îsraîlê bes di nava hefteyekê de li Lubnanê gelek welatiyên sivîk hedef girtine.
JIYANA SIVÎLAN TUNE HATE HESIBANDIN
Alîkarê Dîrektorê Herêmê yê rêxistinê Kristine Beckerle got: ‘’Artêşa Îsraîlê dinava hefteyekê de malbatên ku di nav de gelek zarok hebûn tune kirin û jiyana welatiyên sivîl bi awayekî eşkere tune hesiband.’’
Kristine Beckerle bang li civaka navneteweyî kir ku li hemberî vê yekê bêdeng nemîne û got ku divê dewlet rayeya xwe ya daraza gerdûnî bi kar bînin û derheqê berpirsan de lêpirsînê û pêvajoyên darizandinê bidin destpêkirin.
DI ENCAMA SÊ ÊRÎŞAN DE 24 SIVÎL HATIN KUŞTIN
Amnesty International ragihand ku wê sê êrîşên Îsraîlê yên di navbera 6,12 û 13’ê Adarê de li herêmên Sur, Sayda û Nebatiyeyê yên Lubnanê hatine kirin, lêkolîn kirine.
Li gorî raporê êrîşan jîngehên welatiyên sivîl hedef girtine û di encamê de 12 jê zarok 24 welatiyan jiyana xwe ji dest dane.
Rêxistinê diyar kir ku li gorî agahiyên hatine bidestxistin têkildarî ku hêzên Îsraîlê hiqûqa mirovî ya navneteweyî binpê kiriye ‘’egerên maqûl’’ hatine peydakirin.
DIVÊ WEKE SÛCÊ ŞER WERIN LÊKOLÎNKIRIN
Amnesty Internationalê anî ziman ku êrîşên berbehs yan bi awayekî rasterast welatiyên sivîl û binesaziya sivîl hedef girtine yan jî bêyî ferq û cudahî hatine kirin.
Rêxistinê got ku di her du rewşan de jî divê êrîş di çarçoveya sûcêşer de werin dîtin û bi awayekî serbixwe werin lêkolînkirin.
Hate diyarkirin ku di amadekirina raporê de îfadeyên şahidan, dîmenên peykê, wêne û vîdeo hatine lêkolînkirin, parvekirinên li sermedyaya dijîtal ên li Lubnanê hatine analîzkirin û hatiye lêkolînkirin bê ka têkilya kesên jiyana xwe ji dest dane li gel Hizbullahê heye yan na.
LI GORÎ ÎSRAÎLÊ ARMANC HIZBULLAH BÛ
Meqamên Îsraîlê jî bersiv dan daxwaza dayîna agahiyan a Amnestyê, da zanîn ku wan hin êrîş li hemberî hedefên leşkerî yên aîdî Hizbullahê pêk anîne û hin bûyer jî di pêvajoya lêkolînê de ne.
Lê belê rêxistinê îfade kir ku Îsraîlê têkildarî sê êrîşên hatine lêkolînkirin di mijara armanc û wesfa operasyonan de bi hurgilî agahî nedane.
Her wiha Îsraîlê da zanîn ku wê di dema êrîşan de hewl daye zirarê nede sivîlan û Hizbullah binesaziya sivîlan bi awayekî sîstematîk ji bo armancên leşkerî bi kar tîne.
TEVÎ AGIRBESTÊ JÎ ÊRÎŞ BERDEWAM DIKIN
Piştî agirbesta di navbera DYE û Îranê ya 17’ê Hezîranê de di 21’ê Hezîranê de li Lubnanê agirbesteke lawaz kete dewrê û di 26’ê Hezîranê de jî di navbera Lubnan û Îsraîlê de bi armanca ‘’aşitiya mayînde’’ lihevkirinek hatibû îmzekirin.
Li hemberî vê yekê Îsraîlê da zanîn ku ew ê li herêma ewlehiyê ya li ser xeta sînor leşkerên xwe bi cih bike û li dijî hin herêmên Lubnanê êrîşên xwe yên hewayî jî didomîne.