Amnesty: Îran bi rengekî kêfî înfazan dike

Amnesty International ragihand ku 2 girtiyên siyasî hatin darvekirin û metirsiya darvekirinê li ser 4 girtiyan heye. Ji bo rawestandina darvekirinan bang kir.

Rêxistina Efûya Navneteweyî (Amnesty International) derbarê darvekirina du girtiyên siyasî yên bi navê Ekber Danişwerkar û Mihemed Teqewî Sengdehî ku duh ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin, daxuyaniyek belav kir.

Amnesty darvekirina her du girtiyên siyasî şermezar kir û diyar kir ku rejîma Îranê bi daxwaz û kêfa xwe cezayê darvekirinê pêk tîne.

Hate destnîşankirin ku her du girtiyên siyasî bêyî agahdarkirina pêşwext a malbat û parêzerên wan û bêyî ku destûr bê dayîn ku xatir ji malbatên xwe bixwazin, hatine darvekirin.

Amnesty da zanîn ku çar girtiyên din ên siyasî yên bi navên Hesen Muntezer, Babek Elîpûr, Pûya Qubadî û Wehîd Benî Amiryan li girtîgeha Qizillhesar a Kerecê di bin metirsiya cezayê darvekirinê de ne ku bi ‘serhildanê’ têne tawanbarkirin.

Hate diyarkirin ku ew girtiyên siyasî ji aliyê efserên girtîgehê ve bi tundî hatine êşkencekirin û di heman demê de xetên telefonê li girtîgehê hatine birîn, ev yek jî bûye sedema tirs û fikarên zêdetir.

Rêxistina Efûya Navneteweyî di dawiya daxuyaniya xwe de tekezî kir ku divê rayedarên Îranê demil dest hemû planên ji bo pêkanîna darvekirinên zêdetir an sepandina cezayê darvekirinê rawestînin.