Agirbesta du hefteyî: Aliyan ‘serketin’ îlan kir, Îsraîlê agirbest qebûl kir

DYE û Îran bi şertê ku Hurmuz car din were vekirin, agirbesta 15 rojî qebûl kirin. Biryara ku Trump di deqeya dawî de ragihand, li herêmê xeteriyeke şer a hîn mezintir rawestand. Tê payîn ku alî roja înê li Îslamabadê li ser maseya muzakereyê rûnin.

Rageşiya ku di hefteyên dawî de li Rojhilata Navîn zêde bûye, di kêliya dawî de bi daxuyaniya agirbestê re kete qonaxeke nû.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) Donald Trump ragihand ku demek kurt beriya wextê gefa êrîşa berfireh a li ser Îranê biqede, wî agirbesta dualî ya ji bo 2 hefteyan qebûl kir.

Trump diyar kir ku şertê esas ê agirbestê ew e ku Kendava Hurmuzê demildest û bi rengekî ewle car din were vekirin.

TRUMP: ME PÊŞNIYAREKE 10 MADDEYÎ JI ÎRANÊ WERGIRT

Trump li ser platforma medyaya dîjîtal Truth Social ev daxuyanî da: “Di hevdîtina ku min bi Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şarif û Mareşal Asim Munir re kir de, ji min xwestin ku ez plana xwe ya îşev a ji bo êrîşkirina Îranê rawestînim; û bi şertê ku Komara Îslamê ya Îranê qebûl bike Kendava Hurmuzê bi rengekî TAM, DI KÊLIYÊ DE Û BI EWLE were vekirin, ez qebûl dikim bombebaran û êrîşên li ser Îranê ji bo du hefteyan rawestînim. Ev ê bibe AGIRBESTEKE dualî!”

Trump ev tişt jî got, “Sedemê vê biryarê ew e ku em zûde ye gihiştine hemû armancên xwe yên leşkerî û evane me derbas kirine. Di peymaneke têkildarî AŞTIYA demdirêj a bi Îranê re û AŞTIYA li Rojhilata Navîn de, em pir pêş ketine.”

Trump diyar kir ku wan pêşniyareke 10 maddeyî ji Îranê wergirtiye û got, lê ji bo îmzekirina rewşa dawî ya peymanê, pêdivî bi du hefteyan heye.

KONSEYA EWLEHIYÊ YA NY’Ê JÎ QEBÛL KIR

Piştî daxuyaniyê, Konseya Bilind a Ewlehiyê ya Neteweyî ya Îranê jî ragihand ku wan rawestandina şer a ji bo 15 rojan, qebûl kiriye.

Her wiha aliyan li hev kir ku roja înê muzakereyên navbera DYE û Îranê li Pakistanê destpê bikin. Îranê ragihand ku dibe wextê agirbesta du hefteyî bi peymaneke dualî were dirêjkirin.

ÎSRAÎLÊ PIŞTGIRÎ DA BIRYARA TRUMP

Îsraîlê piştgirî da biryara agirbestê. Ofîsa Serokwezîr Binyamin Netanyahu ragihand ku ew biryara Trump destek dikin.

Îsraîlê destnîşan kir ku divê êdî Îran gefên mîna nukleer, balîstîk û “terorê” çêneke.

ÎSRAÎL: LUBNANÊ NAGIRE NAV XWE

Ofîsa Netanyahu di daxuyaniya dayî rojnamevanan de got, “Agirbesta du hefteyî Lubnanê nagire nav xwe.”

NAVBEYNKARIYA PAKISTANÊ

Ji bo kêmbûna krîzê rola herî balkêş Pakistanê girt ser xwe. Rêveberiya Îslamabadê ragihand ku hevdîtinên dîplomatîk ên navbera DYE û Îranê “bi rengekî îstiqrar û xurt pêş dikevin”.

TEHRAN: EGER ÊRÎŞ RAWESTIN, WÊ OPERASYONÊN PARASTINÊ JÎ RAWESTIN

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Seyîd Abbas Arakçî nêzîkatiya rêveberiya Tehranê ya ji bo agirbestê, di çarçoveya “parastinê” de pênase kir. Aliyê Îran ragihand ku eger êrîşên li ser welêt bisekinin, wê bersivên leşkerî jî bi dawî bibin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di tevahiya wextê agirbestê de derbasbûna bi ewle ya li Kendava Hurmuzê, bi hêzên çekdar ên Îranê re di nava koordînasyonê de dikare çêbibe.

FIYATÊ PETROLÊ KET

Bandora herî bi lez a daxuyaniya agirbestê, di piyasayên kûreyî de hate dîtin. Ji ber îhtîmala mezinbûna şer û girtî mayîna Kendava Hurmuzê, fiyatên petrolê piştî agirbestê yekser ket.

HER DU ALIYAN JÎ PEYAMA ‘SERKETINÊ’ DA, LÊ…

Her çendî ku her du alî hewl didin peyama “serketinê” bidin raya giştî jî, li gorî rewşa heyî wisa tê nirxandin ku ti kes di şer de bi ser neketiye. Peyamên ku rêveberiya Washington hedefên leşkerî yên operasyonan derbas kir; Îran jî tevî windahiyên giran li ser piyan maye, derdikevin pêş.

Lewma gelek çavdêr rewşa heyî weke “berambereke bi maliyet” dinirxînin.