Şeş welatan derbarê Tengava Hurmuzê de gav avêtin
Fransa, Brîtanya, Elmanya, Îtalya, Holenda û Japonya’yê, êrişên Îranê yên li ser binesaziyên enerjiyê yên li kendavê şermezar kirin û ji bo ewlehiya Tengava Hurmuzê daxuyaniyeke hevpar dan.
Fransa, Brîtanya, Elmanya, Îtalya, Holenda û Japonya’yê, êrişên Îranê yên li ser binesaziyên enerjiyê yên li kendavê şermezar kirin û ji bo ewlehiya Tengava Hurmuzê daxuyaniyeke hevpar dan.
Di daxuyaniya hevpar a şeş welatan de, bi taybetî bal hat kişandin ser êrişa li dijî saziya gaza xwezayî ya Ras Laffan a li Qeterê. Welatan bang kirin ku êrişên li ser binesaziyên petrol û gazê û bi taybetî jî êrişên li ser saziyên sivîl demildest werin rawestandin. Di daxuyaniyê de daxwaza "moratoryumeke lezgîn û giştî ya li dijî êrişên ser binesaziyên sivîl" hat kirin.
Di heman daxuyaniyê de, êrişên Îranê yên li ser keştiyên bazirganî yên li Kendavê û girtina Tengava Hurmuzê bi awayekî tund hatin rexnekirin. Welatan diyar kirin ku ew amade ne ji bo dabînkirina ewlehiya derbasbûna ji tengavê, piştgiriyê bidin xebatên pêwîst.
Tengava Hurmuzê ku di bazirganiya enerjiya cîhanê de xaleke krîtîk e, ji ber aloziyên diqewimin bandor li bazarên cîhanê jî kir. Ji ber astengiyên li tengavê — ku bi gelemperî ji pêncyeka hilberîna petrola cîhanê di wir re derbas dibe, lewra bihayên enerjiyê bi awayekî berbiçav zêde bûn.
Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî ragihand ku ji bo sînorkirina guherînên di bazarê de, wan 400 mîlyon bermîl ji rezervên petrolê yên stratejîk xistine dewrê û ger pêwîst bike dikarin gavên zêdetir jî biavêjin.
Her wiha her şeş welatan ragihandin ku ji bo hevsengkirina bazarên enerjiyê, ew dikarin bi welatên hilberîner re hevkariyê bikin û ji bo zêdekirina hilberînê "tevdîrên zêde" bistînin.
Li aliyê din, Rêxistina Deryavaniyê ya Navneteweyî di civîna krîzê ya li Londonê de, li ser gavên berbiçav dixebite da ku ewlehiya nêzî 20 hezar deryavanên ku li Tengava Hurmuzê asê mane pêk bîne û trafîka deryayî ji nû ve bide destpêkirin.