Şerê Rojhilata Navîn: Girava Hargê di hedefê de ye

Hate îdîakirin ku rêveberiya Serokê DYE’yê Donald Trump bi armanca zêdekirina zexta li ser Îranê dixwaze kontrola Girava Hargê bigire destê xwe yan jî giravê dorpêç bike ku girava berbehs xwediyê girîngiyeke stratejîk e.

Ajansa nûçeyan a DYE’yî  Axiosê bal kişand ser çar çavkaniyan û diyar kir ku rêveberiya Donald Trump planên têkildarî dagirkirin yan jî dorpêçkirina Girava Hargê dinirxîne ku girav çavkaniya sereke ya petrolê ya Îranê ya li Kendava Basrayê ye.

Bidestxistina kontrola Girava Hargê, di çarçoveya yek ji senaryoyên operasyona bejahî ya Washington û Tel Avîvê ya li dijî Îranê de tê dîtin.

Li gorî nûçeyên li ser çapemeniya DYE’yê, armanca vê planê ew e ku zorê li Îranê bikin da ku astengiyên li ser Tengava Hurmuzê bidin rakirin.

Tê diyarkirin ku Îran zêdetirî ji sedî 90’ê hinardeya petrola xav li ser vê giravê dike.

LI KENDAVÊ 16 KEŞTÎ HATIN ÎMHAKIRIN

Çapemeniya Îranê jî da zanîn ku  di encama êrîşên DYE û Îsraîlê de 16 keştiyên li bajarên başûrê welêt hatine hedefgirtin.Hate îdîakirin ku  li lîmanên Bender lengeh û Bender-e Kong ên li eyaleta Hurmuzganê keştiyên aîdî welatiyên sivîl bi temamî hatine îmhakirin.

JI ÎSRAÎLÊ ÊRÎŞÊN HEWAYÎ YÊN NÛ

Artêşa Îsraîlê di roja şer a 21’an de da zanîn ku wê li ser herêma Nur a li peravê Behra Hazarê a Îranê êrîşên nû dane destpêkirin. Di daxuyaniyê de hate îfadekirin ku wê li hedefên aîdî rejîmê xistiye.

BINESAZIYÊN ENERJIYÊ DI HEDEFÊ DE NE

Her wiha li herêmê êrîşên li ser binesaziya enerjiyê jî berdewam dike. Hate diyarkirin ku li Kuweytê di rafîneya Mina el-Ehmedî de piştî êrîşa Îranê şewat derketiye, xebatên vemirandina şewatê berdewam dikin û hin beşên tesîsê betal bûne.

PILEBILINDÊ ÎRANÎ HATE KUŞTIN

Hate diyarkirin ku Berdevkê Muhafizên Şoreşa Îranê Ali Muhammed Naini hatiye kuştin û artêşa Îsraîlê êrîşa berbehs girt ser xwe. Rêveberiya Tel Avîvê diyar kir ku wan Naini hedef girtiye û ew kuştiye.

Her wiha rêveberiya Tehranê jî berovajî daxuyaniyên Îsraîlê  got ku tevî hemû êrîşan jî hilberîna moşekan berdewam dike û kapasîteya leşkerî tê parastin.