Şerê Rojhilata Navîn: Buhayê gazê li Ewropayê ji sedî 35 zêde bû
Piştî êrişên li ser binesaziya enerjiyê yên li Rojhilata Navîn buhayê gazê yên li Ewropayê gelekî zêde bû.
Piştî êrişên li ser binesaziya enerjiyê yên li Rojhilata Navîn buhayê gazê yên li Ewropayê gelekî zêde bû.
Kontrata TTF a Hollandayê ku ji bo Ewropayê weke referans tê qebûlkirin, bi lez bilind bû û serê saeta megavatê gihîşt 70 Euroyî. Di nava rojê de ev yek gihîşt ji seedî 35'an.
Piştî ku Îranê êriş bir ser navenda hilberîna gaza xwezayî ya Qatarê Ras Laffanê, buhayê gazê zêde bû. QatarEnergy ragihand ku li navenda hilberînê ya navborî xisareke cidî rû da.