Şerê li Rojhilata Navîn: Di 24 saetên dawîn de çi qewimî?

Şerê li Rojhilata Navîn di roja xwe ya 22’yan de berdewam dike. Îsraîlê bajarên Beyrûd û Tehran bombebaran kirin, Tehranê giraveke bi mesafeya 4 hezar kîlometreyan hedef girt û têkildarî giravên aîdî Îranê hişyarî da Mîrnîşînên Yekbûyî yên Erebî.

Şerê ku DYE û Îsraîlê di 28’ê Sibatê de da destpêkirin, li gel êrîşên beramber berdewam dike.

Washingtonê bi demkî destûr da firotina petrola Îranê ya li ser behrê hatiye depokirin û Îsraîlê jî li Tehranê xist. Îranê jî li ser Hurmuz û Kendavê gefên nû xwarin. Li herêmê rageşiya leşkerî û siyasî  bilez zêde dibe.

JI DYE’YÊ HEWLA PARSENGKIRINA PIYASEYÊN ENERJIYÊ

DYE’yê bi armanva parsengkirina pitaseyên enerjiyê pêngaveke balkêş avêt. Washingtonê destûr da da ku petrola Îranê ya depokirî heya 19’ê Nîsanê were firotin.

ÊRÎŞÊN BERAMBER

Artêşa Îsraîlê  êrîşên Îranê yên li ser xakên wê weke hincet nîşan da û da zanîn ku wê li dijî ‘’hedefên rejîmê’’ yên li Tehranê êrîşên hewayî pêk anîne. Îsraîlê da zanîn ku ji Îranê moşek hatine avêtin û hate ragihandin ku li Qudsê dengê teqînan bilind bûne.

Her wiha daxuyaniyên ji aliyê Îranê ve hatin dayîn, bûn sedem ku rageşî zêdetir bibe. Rêveberiya Tehranê têkildarî êrîşên muhtemel ên li ser giravên Ebu Musa û Tuba Mezin û Biçûk ên li Kendava Basrayê  ku di bin kontrola Îranê de ne lê belê Mîrnîşînên Yekbûyî yên Erebî dibêjin ku yên me ne, bi tundî Mîrnîşînên Yekbûyî yên Erebî hişyar kir. Artêşa Îranê da zanîn ku di rewşeke bi vî rengî de wê Ras el-Hayme bibe armanca êrîşên dijwar.

LONDONÊ BIKARANÎNA ‘BAREGEHÊN LEŞKERÎ’ ERÊ KIR

Her wiha Keyatiya Yekbûyî di çarçoveya ‘’operasyonên parastinê’’ yên DYE’yê yên li dijî Îranê de destûr da ku baregehên Îngilistanê werin bikaranîn.

Liv û tevgera leşkerî ya li herêmê bê navber berdewam dike. Li gorî nûçeya Wall Street Journalê, Îranê du moşek avêtine baregeha hevpar a bi navê Diego Garcia ya DYE û Îngilistanê ku hedefa berbehs 4.000 kîlometreyan dûrî xakên Îranê ye. Li gorî rayedaran moşeşek di rê de xirab bûye û ya din jî ji aliyê keştiya şer a DYE’yê ve hatiye astengkirin.

TRUMP: DIKARE OPERASYONÊN LEŞKERÎ HÊDÎ HÊDÎ WERIN KÊMKIRIN

Serokê DYE’yê Donald Trump jî cara ewil anî ziman ku dibe ku operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê hêdî hêdî werin kêmkirin.  Lê belê ji ber ku beriya niha Trump agirbest red kiribû, nediyariya stratejiya Washingtonê berdewam dike. Her wiha tê îdîakirin ku DYE amadekariyan dike ku ji herêmê re hin leşkerên din bişîne û ji bo zêdekirina zexta li ser Îranê Girava Hargê hedef bigire.

Di gel ku rageşita li Kendavê zêde dibe, artêşa Kuweytê da zanîn ku ew bi tevahiya şevê bi êrîşên moşek û balafirên bêmirov re rû bi rû maye. Erebistana Siûdî jî diyar kir ku wê li rojhilatê welêt zêdetirî 20 IHA xistine.

ENIYA LUBNANÊ: ÎSRAÎLÊ ZÊDETIRÎ HEZAR HEDEFAN XIST

Artêşa Îsraîlê li Lubnanê êrîşên xwe yên li ser Hizbullahê zê de kirine. Îsraîlê 20’ê Adarê roja Înê li Lubnana Başûr 36 gund hedef girtin; Hizbullahê jî da zanîn di nava heman rojê de 55 êrîş hatine kirin.

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê da zanîn ku wan heya niha zêdetirî 2 hezar cih hatine hedefgirtin; bi hezaran depoyên çekan û rampayên moşekan hatine îmhakirin û bi hezaram milîtan hatine kuştin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê di encama êrîşên heya niha de 1.021 kesan jiyana xwe ji dest dane û 2.641 kes jî birîndar bûne.