Şerê DYE- Îsraîl û Îranê di roja 29’an de ye
Di roja 29’an a şerê DYE- Îsraîl û Îranê de êrîşan berê xwe da tesîsên nukleerî. Windahî zêde dibin, tehrîbat û gefên aliyan berdewam dikin.
Di roja 29’an a şerê DYE- Îsraîl û Îranê de êrîşan berê xwe da tesîsên nukleerî. Windahî zêde dibin, tehrîbat û gefên aliyan berdewam dikin.
Şerê DYE- Îsraîl û Îranê di roja 29’an de ye û hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin, zêde dibe. Di şer de êdî tesîsên nukleerî hedef tên girtin û aktorên nû tevlî şerî dibin.
MUHAFIZÊN ŞOREŞÊ DEV JI KONTROLA HURMUZÊ BERNADIN
Muhafızên Şoreşê yên Îranê diyar kirin ku wan rê nedaye sê keştiyên konteyneran û êdî ew ê destûrê nedin keştiyên têkiliya wan bi hevalbendên DYE û Îsraîlê re heye.
Di daxuyaniyeke din de jî hate gotin ku divê xebatkarên şîrketên girêdayî DYE û Îsraîlê cihê kar biterikînin.
ÎSRAÎLÊ REAKTORA NUKLEERÎ HEDEF GIRT
Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê diyar kir ku Kompleksa Ava Giran a Shaib a li Arakê û tesîsa hilberîna ûranyûma konsantre ya Ardakan a li Eyaleta Yazdê hatine hedefgirtin.
Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyek ev êrîş piştrast kir û îdîa kir ku tesîsa berbehs ‘’di hilberîna plutonyûma ji bo çekên nukleerî de xwedî girîngiyeke mezin e.’’
ARAKÇÎ: ÎSRAÎL WÊ BEDÊLA SÛCÊN XWE YÊN GIRAN BIDE
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî li ser medyaya dijîtal peyamek da û got: ‘’Êrîş, ne li gorî dîroka dawîn e ku ji bo dîplomasiya POTUS dirêj kiribû. Îsraîl wê bedêla sûcên xwe yên giran bide. Ev êrîş li dijî ruhê wextê dîplomasiyê ye ku Trump dabû.’’
CENTCOM: 13 LEŞKER MIRIN
Fermandariya Navendî ya DYE’yê (CENTCOM) diyar kir ku heya niha zêdetirî 300 leşker birîndar bûne û 13 leşkeran jî jiyana xwe ji dest dane.
WINDAHIYÊN LI LUBNANÊ BERDEWAM DIKIN
Fona Alikariya Ji Bo Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) da zanîn ku ji ber êrîş û gefên Îsraîlê nêzîkî ji sedî 202ê nifûsa Lubnanê ji cih û warên xwe bûye, ji ber şerê li herêmê zêdetirî 370 hezar zarok neçar mane ku xaniyên xwe biterikînin, heya niha 121 zarokan jiyana xwe jidest dane û 399 zarok jî birîndar bûne.
Li gorî daneyên dawîn ên rayedarên Lubnanê di encama êrîşên Îsraîlê yên ji 2’yê Adarê heya niha de hezar û 116 kesan jiyana xwe ji dest dane û 3 hezar 229 kes jî birîndar bûne.
TEHRAN WÊ DERBASBÛNA ALÎKARIYÊN MIROVÎ QEBÛL BIKE
Sefîrê NY’yê yê li Îranê yê li Cenevreyê diyar kir ku Tehranê daxwaza derbasbûna alikariyên mirovî û sewqîyatên çandiniyên yên ji NY’yê tên qebûl kiriye.
ÊRÎŞÊN LI WELATÊN KENDAVÊ BERDEWAM KIRIN
Wezareta Karên Hundirîn a Bahreynê diyar kir ku şewateke ku di encama êrîşa Îranê de derketiye ji aliyê ekîbên parastina sivîl ve hatiye vemirandin.
Berdevkê Muhafizê Neteweyî yê Kuweytê Cedean Fadil da zanîn wan di nava 24 saetên dawîn de 6 balafirên bêmirov (drone) yên berê xwedane herêmên cuda ên welêt, xistine.
Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî jî diyar kir ku wan moşeke balîstîk a berê xwe dabû Riyada paytext ji aliyê pergalên parastina hewayî ve bi serkfetî hatiye îmhakirin.
Wezareta Parastinê ya Mîrnîşînên Erebî yên Yekbûyî jî destnîşan kir ku wan drone û moşekên ji Îranê hatine, îmha kirine.
HUSIYAN DAN ZANÎN KU EW JÎ BEŞDARÎ ŞER BÛNE
Tevgera Husiyan a li Yemenê da zanîn ku ew li rex Îranê ne û ew ê li dijî DYE û Îsraîlê şer bikin.
Artêşa Îsraîlê jî diyar kir ku wê moşeke ku vê sibehê ji Yemenê hatiye avêtin, tespît kiriye, ew asteng kiriye û pergala parastina hewayî ji bo pêşîlêgirtina gefê dixebite.
HRANA: LI ÎRANÊ ZÊDETIRÎ 1500 KES MIRIN
Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan (HRANA) diyar kir ku di 24 saetên dawîn ên şerê DYE-Îsraîl û Îranê de di 531 êrîşên li ser bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de 35 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û 60 kes jî birîndar bûne.
HRANA’yê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku di 29 rojên şerê berdewam de 228 jê zarok hezar û 528 kesan jiyana xwe ji dest dane.