Şerê Îsraîl-Hizbullahê: Zêdetirî 200 hezar kes ji Lubnanê derbasî Sûriyeyê bûn

Komîsertiya Bilind a Koçberan a Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku piştî şerê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de ku di destpêka meha Adarê de dubare gur bû, zêdetirî 200 hezar kes ji Lubnanê derbasî Sûriyeyê bûne.

Nûnerê Demkî yê Sûriyeyê Komîsertiya Bilind a Koçberan a Neteweyên Yekbûyî Aseer el-Madaien da zanîn ku piraniya kesên berbehs Sûriyeyî ne.

El-Madaien got ku nêzîkî 180 hezar Sûriyeyî  ji kesên ku beriya niha ji ber şerî berê xwe dane Lubanê pêk tê û anî ziman ku a niha jî neçar mane ku dubare vegerin.

ZÊDETIRÎ 28 HEZAR LUBNANÎ JI SÎNOR DERBAS BÛN

Li gorî Komîsertiya Bilind a Koçberan a Neteweyên Yekbûyî, zêdetirî 28 hezar Lubnaniyên ku ji ber bomberdûmana Îsraîlê reviyane jî derbasî Sûriyeyê bûne.

Lubnanê piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê yê di sala 2011’an de dest pê kir mazûvaniya zêdetirî 1 milyon koçberên Sûriyeyê kiribû. Lê belê ji ber ku li herêmê dubare şer û pevçûn belav bûn dubare Sûriyeyiyên ku beriya niha berê xwe dabûn Lubnanê ketin rêyên koçberiyê. Saziyê diyar kir ku girêdayî operasyonên bejahî yên muhtemel wê ev hejmar zêdetir bibe.

Di daxuyaniyê de hate îfadekirin ku rêveberiya Sûriyeyê jî li hemberî hatina zêdetir koçberan plana rewşa lezgîn amade dike.