Şerê Îranê: Ultîmatom diqede, êriş dewam dikin

Ultîmatoma 'Tinekirina Îranê' ya Serokê DYE'yê Donald Trump diqede. Hate îdîakirin ku Tehranê pêşniyara agirbestê ya bi navbeynkariya Pakistanê hate kirin, red kiriye.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump gefên xwe yên li ser Îranê tund kir û ragihand ku eger Tengava Hurmuzê jinûve neyê vekirin wê li binesaziyên krîtîk ên vî welatî bixin. Îranê jî guh neda ultîmatoma Washingtonê û bi qasî ku tê dîtin paşve gav neavêt.

Trump roja Duşemê daxuyaniyek da û anî ziman ku dema daye Îranê heta saet 20:00 ê dema Washingtonê (Çarşem 00:00 GMT) dirêj kiriye. Serokê DYE'yê anî ziman ku eger Îran gavê paşve neavêje wê li pir û santralên enerjiyê bixin.

Trump got, "Welat bi temamî di şevekê de dika tine bibe" û doza gefê bilindtir kir.

TENGAVA HURMUZÊ JINÛVE BÛ NAVENDA ŞER

Di bingeha zexta li ser Îranê de Tengava Hurmuzê heye ku ji bo veguhestina petrolê ya navneteweyî gelekî krîtîk e. Ev xeta deryayî ya li Kendavê, rêya ji sedî 20 ê bazirganiya petrolê ya cîhanê ye û yek ji sernavên herî stratejîk ên şer e.

Rêveberiya Trump ji Îranê dixwaze, derbasbûna ji tengavê jinûve ewle bike. Tehran jî vê yekê bi daxwazên xwe yên herêmî û ewlekariyê ve girê dide.

Artêşa Îranê ev daxuyaniyên Serokê DYE'yê weke "Gotineke quretiyê" pênase kir. Berdevkê artêşa Îranê îdîa kir ku gefên bi vî rengî wê ti bandorê li ser operasyonan neke.

TEHRANÊ NAME JI NETEWEYÊN YEKBÛYÎ RE ŞAND: HIQÛQA NAVNETEWEYÎ TÊ BINPÊKIRIN

Nûnerê Daîmî yê Îranê yê li Neteweyên Yekbûyî Emîr Saîd Îravanî nameyek ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres re şand û bi zimanekî tund gefên DYE'yê yên êrişa li ser binesaziya sivîl rexne kir.

Îravanî got, "Bêdengî û bêhelwestiya li hemberî binpêkirinên bi vî rengî zerareke cidî dide yekbûna hiqûqa navneteweyî."

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot jî daxuyanî da FranceInfo û weke ku henekê xwe pê bike got, "Ev yek ne ultîmatoma destpêkê ya Serokê DYE'yê ye."

ÎRANÊ PÊŞNIYARA AGIRBESTÊ RED KIR

Ajansa dewletê ya Îranê IRNA'yê ragihand ku Tehranê pêşniyara agirbestê ya bi navbeynkariya Pakistanê hate ragihandin red kiriye.

Lê belê tê gotin, Îran bi hin şertan dikare li dora maseyê rûnê. Aliyê Îranê van daxwazan tîne ziman; Şerê li herêmê bi dawî bibe, têkildarî derbasbûna bi ewle ya ji Tengava Hurmuzê protokolek bê avakirin, pêvajoya jinûve avakirinê ya piştî şer û pêkanînên li ser Îranê bêne rakirin.

LI TEHRANÊ TEQÎNÊN NÛ, JI ÎSRAÎLÊ PÊLA NÛ YA ÊRIŞAN

Nîvê şevê li paytexta Îran Tehranê û derdora wê dengê teqînên nû hate bihîstin. Ajansên nûçeyan ên xwecihî ragihandin ku li paytextê dengê bombardûmana nû hatiye bihîstin.

Di heman demê de Îsraîlê jî ragihand ku li hemberî fuzeyên ji Îranê hatin avêtin sîstema parastina hewayî ketiye dewrê.

Di roja 39'emîn a şer de Ajansa Nûçeyan a Mehr û rojnameya Şarq ragihandin ku sibeh Sêşemê di êrişên hewayî yên Îsraîl û DYE'yê de li Tehranê sînagogek bi temamî hilweşiya ye.

Di vê navberê de artêşa Îsraîlê sibeha Sêşemê li ser platforma X'ê daxuyaniyek da, işaret bi êrişeke gengaz a li ser tora rêyên hesinî ya Îranê kir û hişyarî da Îraniyan ku bi trenê negerin.

KONSEYA EWLEKARIYÊ YA NETEWEYÊN YEKBûYÎ JI BO HURMUZÊ DICIVE

Li eniya dîplomasiyê jî bal li ser Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ye. Tê payin ku konsey roja Sêşemê pêşnûme biryarek têkildarî ewlekariyê trafîka li Tengava Hurmuzê pêşkêşî dengdanê bike. Tê gotin ku bi pêşnûme biryarê re dikare rewatî ji bikaranîna hêzê ya ji bo vekirina tengavê bê dayin.

WINDAHIYÊN LEŞKERÎ YÊN ÎRANÊ ZÊDE DIBE

Îsraîlê roja Duşemê êriş bir ser komplekseke petrokîmya ya li başûrê Îranê. Di heman demê de êrişên li ser avaniya fermandariya leşkerî ya Îranê jî dewam kir.

Muxafizên Şoreşê yên Îranê ragihand ku şefê wan ê îstîxbaratê Macid Hademi hatiye kuştin û soza tolhildanê da.

LI WELATÊN KENDAVÊ ÊRIŞ DEWAM DIKIN

Îran êrişên xwe yên li ser welatên Kendavê jî dewam dike. Her roj bi fuze û droneyan êriş li welatên herêmê tê kirin.

Erebistana Siûdî ragihand ku rojhilatê welêt 7 fuzeyên balîstîk roja Sêşemê hatin astengkirin.

Îmaratê jî diyar kir ku bersivê ji êrişên bi fuze û droneyan hatiye dayin.

LI HERÊMA KURDISTANÊ 2 SIVÎLAN JIYANA XWE JI DEST DAN

Bandora şer a li ser Herêma Kurdistanê jî dewam dike. Rayedaran diyar kirin ku sibeha Sêşemê droneyeke bombebarkirî ya ku tê gotin ji Îranê hat, li malekê ket û di encamê de 2 kes ku hevjînê hev bûn jiyana xwe ji dest dan.

Rayedaran gotin, şer gihîştiye qonaxeke nû ku yekser qadên sivîlan dibin hedef.