Şerê Îranê: Piştî Pakîstanê Putîn jî dixwaze navbeynkarî bike
Serokê Dewletê yê Rusyayê Vladimir Putîn ku di hevdîtin bi Serokkomarê Îranê de ragihand ku ew amade ye ku navbeynkariyê di krîza Rojhilata Navîn de bike.
Serokê Dewletê yê Rusyayê Vladimir Putîn ku di hevdîtin bi Serokkomarê Îranê de ragihand ku ew amade ye ku navbeynkariyê di krîza Rojhilata Navîn de bike.
Vladimir Putîn di hevdîtina telefonê ya bi Serokkomarê Îranê Mesud Pezeşkiyan de diyar kir ku ew amade ne ku ji bo çareseriya pevçûnên li Rojhilata Navîn navbeynkariyê bikin.
Li gorî daxuyaniya ku ji Kremlinê hat kirin, hate destnîşankirin ku divê kriz bi rêyên siyasî û dîplomatîk werin çareserkirin û hat diyarkirin ku ew amade ne ku ji bo "aştiyeke edil û mayînde" hewldanê nişan bidin.
ŞANDEYA DYE'YÊ JI PAKÎSTANÊ DERKET
Piştî ku hevdîtinên bi Îranê re dihatin meşandin, bêyî encam man, temamiya şandeya DYE'yê ji paytexta Pakistan Îslamabadê derketin. Rayedarên DYE'ê ragihandin ku ji bo ku di navbera aliyan de hevdîtinên fermî û ne fermî dewam bikin, li welat kes nemaye.
Cîgirê Serokê DYE'yê JD Vance, di navbera kesên ku tevlî hevdîtinan bûn de cih girt. Her wiha di nava şandeyê de Steve Witkoff û Jared Kushner jî hebûn.