Şerê Îranê di roja 37'an de ye
Şerê Îran-DYE/Îsraîlê kete roja 37'an. Şer bi êrişên li hemberî hev dewam dike.
Şerê Îran-DYE/Îsraîlê kete roja 37'an. Şer bi êrişên li hemberî hev dewam dike.
Şerê navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE)-Îsraîlê ku zêdeyî meheke dewam dike, aramiya herêmê têk dibe.
Serokê DYE'yê Donald Trump bi bîr xist ku ji bo lihevkirinê û jinûve vekirina Tengava Hurmuzê 48 saetên Îranê maye û gef li Îranê xwar, ku di rewşeke berevajî de wê şerekî hîn giran ê berfireh bide destpêkirin. Trump ji bo Îranê got, ku eger vê yekê neke "Wê veguhere dojehê."
PÎLOTÊN WINDA YÊN DYE'YÊ HATIN RIZGARKIRIN
Serokê DYE'yê Donald Trump di daxuyaniya xwe de ragihand ku efserê sîstema çekê ya balafira şer a F-15 ê li Îranê winda bû, bi operasyoneke taybet hate rizgarkirin. Trump her wiha anî ziman ku di dema operasyonê de zerar li hêzên wan nebûye.
OPERASYONÊN LI DIJÎ HEŞDÎ ŞABÎ DEWAM DIKE
Di daxuyaniya Heşdî Şabî de jî hate gotin, li navçeya Kaim a Enbarê êrişeke hewayî li ser Tûgaya wan a 45'emîn hatiye kirin.
Hate îdîakirin ku êriş saet di 05:10'an de ji aliyê DYE û Îsraîlê ve hatiye kirin û hate gotin, endamên Heşdî Şabî û hêzên ser bi Wezareta Parastinê ya Iraqê jî di nav de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan, 4 kes jî birîndar bûn.
LI BASRAYÊ ÊRIŞA LI SER DEPOYA PETROLÊ
Li bajarê Basra yê Iraqê, depoyeke petrolê ya şîrketeke biyanî bû hedefa êrişa droneyekê.
Hate ragihandin ku piştî êrişê agirekî mezin bi depoyê ketiye. Nehate tespîtkirin ku ji ber êrişê tiştek bi kesî hatiye yan na.
WINDAHÎ ZÊDE DIBE
Li gorî agahiyan, ji destpêka şerê Îranê û vir ve li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê zêdeyî hezar û 600 sivîlî jiyana xwe ji dest dan, ku 244 ji wan zarok bûn.
PÊLA ZEXTÊ Û BINÇAVKIRINÊ
Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) ragihand ku di nava çend rojên dawî de li Îranê 4 jin hatin binçavkirin.
Hate ragihandin ku Hossein Ghavi/Silawi (28) ji ber êşkenceya di binê çavan de jiyana xwe ji dest da.