Şerê Îranê: Êrîşên beramber didomin, ji Trump plana bi 15 maddeyî

Li Rojhilata Navîn liv û tevgera leşkerî û dîplomasî di heman kêliyê de zêde dibe. Êrîşên fuzeyan ên Îranê, bombebarana Îsraîlê ya li ser Tehranê û plana “aştiyê” ya DYE’yê, krîz gihand asteke nû.

Mûhafizên Şoreşê yên Îranê daxuyanî da televîzyona dewletê û ragihand ku wan bi fuzeyan êrîş biriye ser Îsraîl, Quweyt, Bahreyn û Urdunê.

Artêşa Îsraîlê jî piştî fuzeyên Îranê, şev tevgereke hewayî ya nû li dijî Tehranê da destpêkirin.

Di daxuyaniya artêşê de hate diyarkirin ku gelek êrîş li dijî binesaziya Îranê hatin meşandin. Bi vî rengî di roja 26’an a şer de şerê navbera aliyan hîn kûrtir bû.

JI DYE’YÊ PLANA ‘AŞTIYÊ’ YA BI 15 MADDE

Rêveberiya Washington bi armanca bidawîkirina şer planeke bi 15 maddeyî gihand Îranê. Hat ragihandin ku plan ji aliyê rêveberiya Donald Trump ve bi rêya Pakistanê gihiştiye Tehranê.

Maddeyên planê yên derketine pêş ev in:

- Divê were garantîkirin ku Îran çekên nukleer pêş nexe

- Divê stolkên uranyuma hatî dewlemendkirin, bên radestkirin

- Divê hin tesîsên nukleer bên hilweşandin

- Divê piştgiriya ji bo komên mîna Hîzbûllah û Hamasê were qutkirin

- Divê ji bo kapasîteya fuzeyê û menzîlên wê sînordarkirin hebe

- Divê Kendava Hurmuzê vekirî were hiştin

Li beramberî vê tê pêşniyarkirin ku pêkanînên navneteweyî yên li ser Îranê bên rakirin û destek bê dayîna bernameya nukleer a sivîl. Tê diyarkirin ku aliyê DYE’yê agirbesteke yek mehî jî pêşniyar kiriye.

Rêveberiya Tehranê ragihand ku “keştiyên ne dijmin” eger li gorî quralên ewlehiyê tevbigerin, dikarin kendavê derbas bikin.

LI ENIYA LUBNANÊ BÎLANÇO GIRAN E

Di êrîşên hewayî yên Îsraîlê yên li ser başûrê Lubnanê de herî kêm 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û di êrîşên li derdora Nabatiye û Sayda de gelek birîndar hene.

Li gorî rayedarên Lubnanî ji 2’yê Adarê ve zêdeyî 1000 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî milyonek kes jî ji cihên xwe hatin kirin.