Şerê Îranê: Êriş dewam dikin, DYE wê xwe di 'demeke nêz' de vekişîne

Şerê li ser Îranê di roja 33'emîn de bi êrişan dewam dike. Serokê DYE'yê Trump diyar kir ku operasyonên leşkerî wê di 'demeke nêz' de biqedin. Her wiha tê gotin, dest ji Tengava Hurmuzê hatiye berdan.

Li gel êrişên li hemberî hev û gefên li ser bicihkirina yekîneyên bejahî Donald Trump rojên dawî gelek caran nêta xwe ya ji bo bidawîkirina şer anî ziman. Hiştina Tengava Hurmuzê di bin kontrola Îranê de jî di nav de.

Li aliyekî gef têne xwarin, li aliyê din jî Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û rêveberiya wî demên dawî daxuyaniyan didin û dibêjin, operasyon gihîştiye armanca xwe.

TRUMP WÊ DI MIJARA 'ÎRANÊ' DE AXAFTINA NETEWEYÎ BIKE

Serokê DYE'yê Donald Trump ragihand ku axaftina ji bo neteweyê ya têkildarî Îranê wê bi dema DYE'yê êvara Çarşemê bike. Berdevka Qesra Spî Karoline Leavitt anî ziman ku Trump wê bi dema herêmî saet di 21:00 de ji gel re biaxive û di mijara Îranê de 'agahiyên nû' bide.

Daxuyaniya Trump işaretê bi guhertineke gengaz a helwesta DYE'yê ya têkildarî Îranê dike. Di heman demê de li herêmê şer jî giran dibe.

TRUMP: EM Ê DI NAVA 'DU YAN JÎ SÊ HEFTEYAN' DE JI ÎRANÊ DERKEVIN

Serokê DYE'yê Donald Trump anî ziman ku operasyonên leşkerî yên li Îranê wê di 'demeke gelekî nêz' de bi dawî bibin û Washington wê xwe ji herêmê vekişîne.

Trump got, "Tişta divê ez bikim derketina ji Îranê ye û em ê vê di demeke gelekî nêz de bikin." Ji bo demê jî Trump got, "Di nava du, yan jî sê hefteyan de" û ragihand ku lihevkirineke bi Îranê pêk were yan pêk neyê ew "ne girîng e."

DYE WÊ ÊDÎ BI MESELEYA TENGAVA HURMUZÊ RE ELEQEDAR NEBE!

Trump her wiha di mijara Tengava Hurmuzê de daxuyaniyeke balkêş da ku tengav ji aliyê Îranê ve hatiye girtin. Trump anî ziman ku DYE wê êdî bi vê meseleyê mijûl nebe û peyameke eşkere da welatên Ewropayê.

Trump got, "Fransa yan jî welatekî din eger dixwazin petrolê yan jî gazê werbigirin, wê ji Tengava Hurmuzê derbas bibin û li çareya serê xwe binihêrin." Li gel vê yekê jî anî ziman ku ew bawer dike, Tengav wê bibe cihekî gelekî ewle.

DAXUYANIYA RUBIO TÊKILDARÎ NATO'YÊ: TÊKILÎ DIVÊ DI BER ÇAVAN RE BÊ DERBASKIRIN

Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Marco Rubio jî têkildarî dema piştî şerê Îranê daxuyaniyên girîng da. Rubio anî ziman ku dema şer qediya divê Washington têkiliya xwe ya bi NATO'yê re ji nû ve di ber çavan re derbas bike.

Rubio ji Fox Newsê re axivî û got, "Dema ku ev şer qediya, wê pêwîstî pê çê bibe ku têkiliya xwe ya bi NATO'yê re û wateya vê tifaqê ji bo welatê me jinûve di ber çavan re derbas bikin."

Rêveberiya Washingtonê di serî de Fransa, Spanya û Îtalya hin welatên NATO'yê sûcdar dike ku ji bo veguhestina alavên leşkerî yên ji bo Îsraîlê qada hewayî û baregehên Emerîkî nadin bikaranîn.

Trump çend roj berê bi daxuyaniyekê gotibû, eger pêwîst bike wê DYE alîkariyê bi NATO'yê re neke.

JI ÎRANÊ BER BI ÎSRAÎLÊ ÊRIŞA BI FUZEYAN

Li herêmê rageşiya leşkerî jî bilind dibe. Artêşa Îsraîlê diyar kir ku sibeha Çarşemê ji Îranê ber bi Îsraîlê ve fuze hate avêtin.

Hêzên Parastinê yên Îsraîlê diyar kir ku sîstema parastinê ji bo astengkirina gefê di dewrê de ye.

ÎSRAÎLÊ ÊRIŞEKE BERFIREH LI SER TEHRANÊ DA DESTPÊKIRIN

Piştî êrişên bi fuzeyan ên Îranê, artêşa Îsraîlê ragihand ku li ser Tehranê dest bi "Pêleke berfireh a êrişan" kiriye.

Di daxuyaniya artêşê de hate gotin, binesaziya rêveberiya Îranê bûye hedefa êrişan.

Piştî vê daxuyaniyê televîzyona dewletê ya Îranê jî diyar kir ku li taxên bakur, rojhilat û navîn ên paytextê dengê teqînan hate bihîstin.

BI DRONEYÊN ÎRANÊ ÊRIŞ LI BALAFIRGEHA KÛWEYTÊ HATE KIRIN

Hate ragihandin ku Balafirgeha Navneteweyî ya Kûweytê bû hedefa droneyên êrişê yên ji aliyê Îranê ve hatin şandin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a fermî ya Kûweytê Kuna, êriş li ser depoyên sotemeniyê yên li balafirgehê hate kirin û agir bi herêmê ket.

LI ÎMARATÊ JI BER PARÇEYÊN DRONEYÊ KESEK MIR

Li Îmaratê, ji ber parçeyên droneya Îranê ku kesekî ji Bangladeşê jiyana xwe ji dest da.

JI ARJANTÎNÊ BIRYARA TÊKILDARÎ MUXAFIZÊN ŞOREŞÊ YÊN ÎRANÊ

Li aliyê din, hikumeta Arjantînê Muxafizên Şoreşê yên Îranê bi rengekî fermî xist "Lîsteya rêxistinên terorê."