Şera diçe Qesra Spî

Wezîrê Karên Derve yê hikûmeta veguhêz a Şamê Esad el-Şeybanî ragihand ku Serokkomar Ehmed el-Şera di rojên pêşiya me de wê biçe serdana Qesra Spî û wê rakirina pêkanînan, jinûve avakirina welêt û mijarên têkoşîna li dijî terorê bên nîqaşkirin.

Tê payîn ku El-Şera di rojên pêş de biçe Washingtonê. Şeybanî di konferansa ewlehiyê ya li paytexta Bahreyn Manamayê de daxuyanî da û got, “Ev serdan bê guman dîrokî ye. Heya niha ti Serokkomarên Sûriyeyê neçûbûn Qesra Spî.”

Nûnerê taybet ê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Tom Barrack jî di heman konferansa li Manamanê de serdan piştrast kir û got, ew hêvî dikin ku Şera tevlî koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê bibe.

El-Şeybanî diyar kir ku wê di hevdîtinê de rakirina pêkanînên aborî yên li ser Sûriyeyê û piştî şerê 14 salan jinûve avakirina welêt, bên nîqaşkirin.

Şeybanî bi bîr xist ku Îsraîl ji meha Kanûnê û vir ve êrîşan li ser Sûriyeyê pêk tîne û got, “Sûriye naxwaze bikeve nava şerekî nû û niha ji bo ti welatan gefê çênake, Îsraîl jî di nav de.”