Li gorî daneyan, windahiya herî giran li Îranê hate dayin. Li gorî HRANA'yê, herî kêm 1369 sivîlan jiyana xwe ji dest dan ku tê gotin, 207 ji wan zarok bûn. HRANA diyar dike ku hejmara giştî ya miriyan di ser 3 hezar û 100'î re ye. Tê texmînkirin ku bîlançoya rastî hîn girantir e.
Li Lubnanê jî di êrişan de heta niha 968 kesî jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 2 hezar kes jî birîndar bûn.
Şer li welatên Kendavê jî belav bû. Tê gotin li Îmarat, Ûmman, Erebistana Siûdî, Bahreyn, Kûweyt û Qatarê mirî û birîndar hene.
- Li Iraqê piraniya wan endamên komên çekdar herî kêm 58 kes mirin.
- Îmarat: 8 mirî, 157 birîndar
- Ûmman: 3 mirî, 15 birîndar
- Erebistana Siûdî: 2 mirî, 12 birîndar
- Bahreyn: 2 mirî, bi dehan birîndar
- Kûweyt: 6 mirî, bi dehan birîndar
- Qatar: 16 birîndar
- Şerîa Rojava: 4 jin hatin kuştin
Her wiha ji hêzên Emerîkî 13 leşker mirin, 200 kes jî birîndar bûn.
Li Îsraîlê jî herî kêm 12 sivîl hatin kuştin. Di şerê li Lubnanê de jî 2 leşkerên Îsraîlê hatin ukştin.
Li bajarê Siwêda yê Sûriyeyê di encama fuzeya Îranê de ku li avahiyekê ket, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Rayedarên Fransî diyar kirin ku li Hewlêrê di êrişa bi droneyê ya li ser baregeha leşkerî de leşkerekî Fransî hate kuştin, 6 jî birîndar bûn.
ÊRIŞÊN LI SER BINESAZIYA ENERJIYÊ
Yek ji aliyên herî krîtîk ên şer jî êrişên li ser navendên enerjiyê ye. Parzûngeha Yanbu ya li Erebistana Siûdî û du parzûngehên mezin ên li Kûweytê bi droneyan bûn hedef û agir bi wan ket.
Artêşa Îranê gef xwar ku eger êrişên nû bêne kirin wê binesaziya enerjiyê ya li herêmê bi temamî tine bike.
LI ÎRANÊ BINÇAVKIRIN Û NÎQAŞA LI SER HURMUZÊ
Rêveberiya Îranê bi îdîaya ku ji bo Îsraîlê xebitîne 97 kes binçav kir. Her wiha li Parlamenta Îranê jî planek kete rojevê ku ji keştiyên bixwazin ji Tengava Hurmuzê derbas bibin mûçe bê werirtin.
LI FÎLÎSTÎNÊ WINDAHIYÊN DESTPÊKÊ
Hate ragihandin ku di encama fuzeyeke Îranê de ya li Şerîa Rojava ket, çar jinên Fîlîstînî jiyana xwe ji dest dan. Ev bûyer ji destpêka şer û vir ve mirina destpêkê ya li herêmê ye.
TEL AVÎV Û KENDAV DI ALARMÊ DE NE
Fuzeyên ji Îranê hatin avêtin li Tel Avîvê bûn sedema teqînan. Sîstemên parastina hewayî ketin dewrê. Îmaratê jî ragihand ku gelek fuzeyên balîstîk û drone asteng kiriye.
BUHAYÊ PETROLÊ Û BAZAR HEJIYA
Êrişên li ser binesaziya enerjiyê bazara global hejand. Buhayê varîlek petrola Brent ji sedî 10 zêde bû û gihîşt 118 dolarî. Li borsa Ewropayê jî ji sedî 2 kêmbûn çêbû.
BANGA DÎPLOMASIYÊ
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron anî ziman ku şer veguheriye 'rageşiyeke bê kontrol' û bang kir ku bi taybetî êrişên il ser binesaziya enerjiyê bêne rawestandin û di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên yekser bêne kirin.