Şer li başûrê Lubnanê dewam dike
Şer û pevçûnên di navbera Hizbullah û artêşa Îsraîlê yên li başûrê Lubnanê de berdewam dikin û li gorî Îsraîlê di 24 saetên dawîn de bi dehan endamên Hizbullahê hatine kuştin.
Şer û pevçûnên di navbera Hizbullah û artêşa Îsraîlê yên li başûrê Lubnanê de berdewam dikin û li gorî Îsraîlê di 24 saetên dawîn de bi dehan endamên Hizbullahê hatine kuştin.
Li başûrê Lubnanê şer û pevçûnên di navbera Hizbullah û artêşa Îsraîlê de bi dijwarî berdewam dikin. Şer û pevçûn di rojên dawîn de li derdora Bint Cbely, xeta pereva başûr a Surê û li seranserê Çemê Litaniyê li aliyên rojhilat gurtir dibin.
Li herêmê rageşiya leşkerî berdewam dike û tê diyarkirin ku her çemd şer bi dawî bibe jî Îsraîl dixwaze li Lubnana Başûr hebûna xwe ya leşkerî bidomîne û herêmê dagir bike.
Artêşa Îsraîlê daxuyaniyek da û da zanîn ku di nava 24 saetên dawîn de zêdetirî 40 endamên Hizbullahê hatine kuştin û bi dehan xalên binesaziyê yên aîdî rêxistinê hatine hedefgirtin.
Li gorî daxuyaniyê, hêzên parastina hewayî yên Îsraîlê di nava rojeke dawîn de navendên fermandariyê, depoyên çekan, xalên avêtina moşekan û mewziyên moşekên tanksavar yên aîdî Hizbullahê hedef girtine.
Her wiha Hizbullahê diyar kir ku wê li dijî jîngehên li bakurê Îsraîlê gelek êrîşên roket û balafirên bêmirov pêk anîne.
Artêşa Îsraîlê destnîşan kir ji Lubnanê ber bi bakurê Îsraîlê ve zêdetirî 50 moşek hatine avêtin. Hate ragihandin ku yek ji van moşekan ketiye Kiryat Şmonayê û di encamê du kes birîndar bûne.
WINDAHÎ ZÊDE DIBIN
Di encama êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de ji 2’yê Adarê ve ye hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest didin zêde dibe.
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê rayedarên Lubnanê hate dayîn ve, di encama êrîşan de 1.318 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di nava van kesan de 125 zarok hene û 3.935 kes jî birîndar bûne.