Şer di roja 27'emîn de ye: Êriş dewam dikin

Şerê li Rojhilata Navîn kete roja 27'an. rageşî derbasî asteke nû bû. Êrişên li hemberî hev, gef, îdîayên danûstandinan û zêdekirina hêzên leşkerî di nav hev de ne. Artêşa Îsraîlê êrişên nû yên 'berfireh' lidar xist.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku piştî êrişa bi fuzeyan a ji Îranê, wan sîstema parastina hewayî xistin dewrê.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Sîstema parastina hewayî ji bo beralîkirina gefan dixebite."

Piştî êrişên dawî yên ji Îranê hatin kirin, li herêmên navîn ên Îsraîlê alarm hate dayin. Vê yekê êrişên berfireh û yekser ên Îsraîlê yên li ser xaka Îranê derbasî qonaxeke nû kir.

Rageşiya li herêmê ne tenê li Îsraîlê ye. Wezareta Parastinê ya Îmaratê diyar kir ku li hemberî êrişên bi fuzeyan û droneyan ên Îranê sîstema parastina hewayî ketiye dewrê.

TEHRANÊ PLANA 'AŞTIYÊ' YA DYE'YÊ RED KIR

Rêveberiya Îranê jî deriyê xwe li bangên ji bo çareseriya dîplomatîk girt. Tehranê plana aştiyê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya ji 15 xalan a bi rêya Pakistanê ragihand, bi fermî red kir.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî daxuyanî da televîzyona dewletê û got, "Axaftina li ser danûstandinê bi xwe tê wateya qebûlkirina têkçûnê."

Arakçî diyar kir ku Îran dixwaze şer 'bi mercên xwe' bi dawî bike û destnîşan kir ku ev yek jî divê bi wî rengî be ku 'careke din dubare nebe'.

JI ÎRANÊ GEFA ENIYA NÛ: BAB EL-MENDEB

Rêveberiya Îranê peyama wê yekê da ku eger dagirkeriyeke bejahî pêk were wê şer li qadeke hîn berfireh belav bike.

Tehranê hişyarî da ku di senaryoyeke bi vî rengî de wê li Tengava Bab el Mandeb a li Derya Sor "eniyeke nû veke."

Ev daxuyanî ne tenê ji bo ewlekariya herêmî, her wiha li ser rêyên bazirganiyê yên navneteweyî û enerjiyê jî weke gefeke cidî tê dîtin.

JI TRUMP PEYAMÊN NAKOK

Serokê DYE'yê Donald Trump jî li ser rêveçûna şer daxuyaniyên nakok dide. Li aliyekî têkildarî hevdîtinên gengaz ên li Îslamabadê peyamên xweşbîn dide, li aliyê din jî gefên hişk li hemberî Îranê dewam dike.

Qesra Spî hişyarî da ku eger Îran "Hesabekî şaş bike" wê "Deriyên dojehê vebe."

Trump bi endamên Kongreyê yên Komarger re hevdîtin kir û îdîa kir ku Îran dixwaze lihev bike lê belê naxwaze vê vekirî bibêje.

Tehran red dike ku bi Washingtonê re hevdîtineke aştiyê dike.

DYE'YÊ LEŞKER ŞAND HERÊMÊ

Li gel vê rewşa nediyar a gotinên rêveberiya Trump, balkêş e ku li qadê amadekariyên leşkerî têne kirin. Hate ragihandin ku DYE'yê yekîneyên nû yên leşkerî şandiye herêma Tengavê. Bi vî rengî hejmara leşkerên Emerîkî yên li herêmê gihîştiye nêzî 8 hezar kesî ku tê gotin, dikare di operasyoneke bejahî ya gengaz de bêne bikaranîn.

BÎLANÇO GIRAN DIBE

Bîlnaçoya mirovî ya şer her roj girantir dibe. Li gorî daneyên Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan (HRANA) ji 28'ê Sibatê dema destpêkirina şer û vir ve 217 ji wan zarok herî kêm 1.455 kes hatin kuştin.

Li gorî DYE'yê jî heta niha 13 leşkerên Emerîkî hatine kuştin.

Li Îsraîlê jî li gorî hejmarên fermî ji destpêka şer û vir ve 16 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.