Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

Îsraîll Beyrûtê bombebaran dike

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu û Wezîrê Parastinê Israel Katz ragihandin ku artêşa Îsraîlê êrîşî hedefên Hîzbullahê yên li banliyoya başûr a Beyrûtê kir. Di êrîşan de herî kêm 2 kes jiyana xwe ji dest dan.

Artêşa Îsraîlê piştî navbera du rojan dîsa êrîşa hewayî li dijî banliyoya başûr a Beyrûtê kir. Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu û Wezîrê Parastinê Israel Katz ragihandin ku êrîşên bi rokêtan li dijî Hizbullahê hat kirin.

Rayedarên Îsraîlê ragihand ku xala ku hatiye hedefgirtin, baregeheke Hizbullahê bû û tê îdiakirin ku di plankirina êrîşên li dijî Îsraîlê de dihat bikaranîn.

Li gorî çavkaniyên herêmî, avahiyeke li herêma Tahuitat el-Gadir bi çar moşekan hate xistin. Yek ji moşekan neteqiyaye û hêzên ewlehiyê hişyarî dane ku ji herêmê dûr bisekinin.

JI 2’Ê ADARÊ VE NÊZÎ 3 HEZAR Û 600 KES MIRIN

Li aliyê din, êrîşên Îsraîlê yên li Başûrê Lubnanê dewam dikin. Hate ragihandin ku li herêma Nebatiye di encama hedefgirtina wesayîtekî agirkujê de 2 kes jiyana xwe ji dest dane. Di encama lêdana wesayîtekî artêşa Lubnanê de jî du efser û leşkerekî hatiye kuştin.

Li gorî rayedarên Lubnanê, ji 2’ê Adarê ve di êrîşên Îsraîlê de 3 hezar û 593 kes jiyana xwe ji dest dane û 10 hezar û 990 kes birîndar bûne.

NETANYAHU: DI HEFTEYEKE DE 350 HIZBULLAH HATE KUŞTIN

Netanyahu di civîna kabîne ya heftiyane de îdia kir ku di hefteya dawî de 350 Hizbullah hatin kuştin. Netanyahu peyama dewamkirina operasyonên li dijî Îsraîlê da.