Îsraîlê tevî agirbestê jî bi balafirên bêmirov êrîş kir
Rayedarên parastina sivîl ya li Başûrê Lubnanê ragihandin ku Îsraîlê motorsîkletekê hedef girt û di êrîşê de kesek jiyana xwe ji dest da.
Rayedarên parastina sivîl ya li Başûrê Lubnanê ragihandin ku Îsraîlê motorsîkletekê hedef girt û di êrîşê de kesek jiyana xwe ji dest da.
Hate ragihandin ku tevî agibesta 10 rojî ya li Lubnanê jî, di êrîşa balafira bêmirov a îsraîlê de kesek jiyana xwe ji dest daye.
Rayedarên parastina sivîl ya li Başûrê Lubnanê di daxuyaniya xwe ya ji bo El-Cezîre de ragihand ku balafirek bêmirov a Îsraîlê li Beyt Yahun a li herêma Bint Cbeylê de motorsîkletek hedef girtiye. Hate diyarkirin ku di encama êrîşê de kesek jiyana xwe ji dest daye.