Îsraîlê dest bi operasyona bejahî kir, krîza mirovî giran dibe

Artêşa Îsraîlê ji bo kontrolkirina bajarê Xezeyê ku nêzî milyonek mirov lê dimînin dest bi operasyona bejahî kir.

Artêşa Îsraîlê ku di halê hazir de ji sedî 75 ê Şerîda Xezeyê kontrol dike, ji bo dagirkirina bajarê Xezeyê jî dest bi operasyona bejahî kir.

Li gorî texmînên artêşê, di nava hefteya dawî de 70 hezar kes neçar man ku ji bakur koçî başûr bike. Rêveberiya Îsraîlê li bendê ye ku hefteyên bê bi sed hezaran kes ji cih û warê xwe bibin.

BÎLANÇOYA MIROVÎ GIRAN DIBE

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe ya roja Çarşemê de îdîa kir ku 'Li Xezeyê xela nîne'. Lê belê di bombardûmana heman rojê de li gorî Rêxistina Parastina Sivîl a Şerîda Xezeyê, di êrîşa Îsraîlê de 62 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî çavkaniyên Fîlîstînî ji destpêka şer û vir ve di êrîşên Îsraîlê de herî kêm 63 hezar û 746 kesan jiyana xwe ji dest dan.

21 HEZAR ZAROK ASTENGDAR BÛN

Komîteya Mafên Astengdaran a Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku ji destpêka şer û vir ve 21 hezar zarok bi rengekî mayinde astengdar bûn. Ev hejmar bi qasî zêdeyî nîvê zarokên birîndar bûne. Bi giştî 40 hezar û 500 zarok ji ber şer birîndar bûn.

LI ÎSRAÎLÊ ÇALAKIYÊN ŞERMEZARKIRINÊ

Li Îsraîlê komên muxalîf daketin qadan û hikumet şermezar kirin. Di çalakiyên bi navê 'Roja bênavberiyê' de xwepêşandêran Serokwezîr Benyamin Netanyahu sûcdar kirin ku xwe nade ber agirbestê û dorpêçê giran dike. Netanyahu jî çalakger bi gotina 'Rêbaza milîsan bi kar tînin' sûcdar kir.