Îsraîlê dest bi êrişeke berfireh kir, Îranê li gelek welatan xist

Di roja 13'emîn a şerê li Îranê de Îsraîlê êrişeke din a berfireh da destpêkirin. Îranê jî ragihand ku li navendên leşkerî û ewlekariya hundirîn ên Îsraîlê û keştiyeke DYE'yê ya li Kendavê xistiye.

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku li hemberî Îranê wan dest bi êrişên hewayî yên nû yên berfireh kirine. Di daxuyaniya artêşê de hate gotin, li seranserê Îranê "binesaziya rejîmê" bûye hedef.

Artêşa Îsraîlê (Tsahal) ragihand ku di çarçoveya operasyonê de li nuqteyên stratejîk û leşkerî yên Îranê hatiye xistin.

LI IRAQÊ ÊRIŞA HEWAYÎ: 9 MIRÎ

Baregeha komeke çekdar a nêzî Îranê ya li Iraqê bû hedefa êrişa hewayî. Di encamê de herî kêm 9 kesan jiyana xwe ji dest dan, 10 kes jî birîndar bûn.

Li gorî du rayedarên ewlekariyê yên Iraqî ku ji AFP'ê re axivîn, baregeke alîgirê îranê ku di lîsteya rêxistinên terorê ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) de ye, bûye hedef. Di encama êrişê de baregeh di asteke bilind de hate xisar dît.

Rayedaran gotin tîmên rizgarkirinê ber bi cihê bûyerê ve hatin şandin. Hate ragihandin ku hejmara qurbaniyan dibe ku zêde bibe.

ÎRAN: BAREGHÊN LEŞKERÎ Û SHIN BET ÊN ÎSRAÎLÊ HATIN BOMBEKIRIN

Artêşa Îranê jî ragihand ku li hemberî Îsraîlê êriş kiriye. Di daxuyaniya televîzyona dewletê ya Îranê de hate gotin, baregehên hewayî yên Ovda û Palmachim û baregeha servîsa ewlekariya hundirîn Shin Bet ên Îsraîlê bi balafirên bêmirov hatin bombekirin.

MUXAFIZÊN ŞOREŞÊ: ME LI KENDAVÊ LI KEŞTIYEKE DYE'YÎ XIST

Muxafizên Şoreşê yên Îranê gotin, li bakurê Kendavê li keştiyeke bi ala Giravên Marshalê xistine.

Di daxuyaniyê de hate îdîakirin ku keştiya bi navê "Safesa" ya artêşa DYE'yê bû û ji ber ku li gel hişyariyan rêya xwe neguhert, bû hedef.

TEQÎNÊN LI QÛDS'Ê

Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji Îranê fuzeyên nû ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin. Piştî vê yekê li Qûdsê dengê sîrenê êrişa hewayî hate bihîstin û dengê teqînan ji ezmanan hat.

Hate gotin, sîstemên parastina hewayî yên Îsraîlê ji bo astengkirina fuzeyan ketin dewrê.

ÊRIŞA BI DRONEYÊ LI SER BALAFIRGEHA KÛWEYTÊ

Şer bandoreke giran li Kendavê jî dike. Rayedarên Kûweytê diyar kirin ku bi droneyan çend caran êriş li balafirgeha navneteweyî ya li paytextê hatiye kirin.

Rayedaran diyar kirin ji ber êrişê tenê xisara madî bû, tiştek bi kesî nehat.