Îsraîlê bang li Libnanê kir ku ‘asayî bibin’: Çav li hevdîtinên Washingtonê ne

Rêveberiya Îsraîlê ya ku ji serê meha Adarê û vir ve Libnanê bombebaran dike, diyar kir ku ew dixwazin bi Libnanê re aştiyeke mayînde û asayîbûnê pêk bînin, lê Hizbullahê weke bingeha pirsgirêkê nîşan da.

Îsraîlê ragihand ku ew dixwazin têkiliyên xwe yên bi Libnanê re li ser bingeha “aştiya mayînde û asayîbûnê” ji nû ve ava bikin. Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar di daxuyaniya xwe ya 14ê Nîsanê de îdia kir ku di navbera her du welatan de nakokiyeke mezin nîn e û pirsgirêka bingehîn Hizbullah e.

Saar, li Qudsê tevî hevpîşeyê xwe yê Çekî Petr Macinka daxuyanî da û îdia kir ku êrîşên Hizbullahê yên li dijî Îsraîlê li derveyî vîna hikûmeta Libnanê pêk tên. Saar diyar kir ku ev rewş ji bo serweriya Libnanê jî pirsgirêkê derdixe û destnîşan kir ku divê Hizbullah were bêçekkirin.

Ev daxuyanî, beriya hevdîtinên rasterast ên ku biryar e li Washingtonê di navbera Îsraîl û Libnanê de pêk werin, hatin dayîn. Hat diyarkirin ku Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu erê kirine ku ev hevdîtin pêk werin, lê Hizbullah li dijî pêvajoyê derket û ew wekî “teslîmiyet” pênase kir.

Aloziya li herêmê, piştî êrîşên Îsraîl û DYA’yê yên li dijî Îranê ku di 28ê Sibatê de dest pê kiribûn, zêdetir bû. Tê gotin ku bi tevlîbûna Hizbullahê ya nav şer re, di bombebaranên Îsraîlê yên li Libnanê de ku ji meha Adarê ve didomin, zêdetirî 2 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî mîlyonek kes jî ji cih û warên xwe bûne. Tê payîn ku ev hevdîtinên ku ji sala 1993’an û vir ve cara yekem e di vê astê de pêk tên, bi navbeynkariya Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Marco Rubio werin kirin. Di hevdîtinan de wê balyozên Îsraîl û Libnanê û balyozê DYA’yê yê Libnanê amade bin.