Îsraîlê Alî Larîcanî kir hedef

Li gorî çapemeniya Îsraîlê, Şêwirmendê Ewlekariya Bilind a Îranê Alî Larîcanî bû hedefa êrişeke Îsraîlê.

Roja Sêşemê paytexta Îran Tehran careke din bi teqînên dijwar hejiya. Lê belê li ser hedefan agahî bi dest neket.

Hêzên Hewayî yên Îsraîlê ragihandin ku şeva Duşemê li bajarên Tehran, Şîraz û Tebrîzê li hemberî binesaziya rejîma Îranê hin rêze êriş hatine kirin. Hate gotin, bi taybetî li navendên fermandariyê yên hêzên ewlekariyê, Wezareta Îstîxbaratê û hêza mîlîs Besîcê hatiye xistin. Her wiha hate ragihandin ku li depoyên fuzeyên balîstîk, sîstemên parastina hewayî û balafirên bêmirov hatiye xistin.

Li Şîrazê di êrişê de navendeke fermandariyê yê hêzên ewlekariya hundirîn û navendeke fuzeyên balîstîk hate bombekirin.

Li Tebrîzê li hemberî sîstemên parastina hewayî yên rejîma Îranê êriş hate kirin.

Li gorî hin nûçeyên li medya Îsraîlê, rayedarê ewlekariyê yê payebilind ê Îranê Alî Larîcanî jî bû hedefa êrişên êvara Duşemê. Agahiyên berfireh li ser mijarê nehate dayin.