Îsraîl xwe amade dike ku tunelên Hamasê yên li Xezeyê îmha bike

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz diyar kir ku piştî berdana dîlgirtiyên li Xezeyê wê tunelên Hamasê hemûyan îmha bikin.

Katz roja Yekşemê daxuyanî da û anî ziman ku operasyonên navborî wê di çarçoveya mekanîzmayeke navneteweyî de bêne kirin ku di bin çavdêriya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) de ye.

Katz got, "Li dû pêvajoya radestkirina dîlgirtiyan, wezîfeya herî mezin a Îsraîlê wê tinekirina tunelên terorê yên li Xezeyê be" û ragihand ku artêşê ji bo amadekariya vê wezîfeyê ferman wergirtiye.

Li binê Şerîda Xezeyê toreke berfireh a tunelan heye ku bi taybetî baskê leşkerî yê Hamasê bi kar tîne.

Artêşa Îsraîlê ragihandibû ku di şerê zêdeyî du salan de beşek ji van tunelan hatin îmhakirin.

Lê belê li gorî Wezîrê Parastinê Katz, tinekirina tunelên ku hîn hene wê di çarçoveya qonaxa "bêçekbûnê" ya plana Serokê DYE'yê Donald Trump de bê kirin.

Hate ragihandin ku danûstandinên li ser qonaxa duyemîn a plana Trump hîn neqediya ye.

Li aliyê din Hamasê di daxuyaniyên xwe yên sala dawî de diyar kiribû ku ew amade ne kapasîteya xwe ya çekan (rawestandina hilberîna roketên nû, hilweşandina tunelên digihêjin Îsraîlê û hwd.) qonax bi qonax kêm bikin, lê belê ev yek jî bi çareseriya siyasî ya şerê Fîlîstîn-Îsraîlê ve girê da.

Endamê Buroya Siyasî ya Hamasê Hossam Badran roja Şemiyê daxuyaniyek da û got, "Bêçekbûna Hamasê ya bi temamî nabe."