Îsraîl wê balafirên şer ên bi milyaran euro ji DYE’yê bikire

Îsraîl ji bo zêdekirina hêza xwe ya hewayî wê balafirên şer ên F-35 û F-15IA ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bikire. Ev peyman di dema rageşiya bi Îran û Hîzbûllahê de pêk hat.

Îsraîlê ragihand ku wan bi DYE’yê re peymaneke balafirên şer ên bi nirxê milyaran euro, erê kiriye. Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ragihand ku peyman armanc dike ku kapasîsteya hêzên hewayî di asteke girîng de zêde bike.

Di çarçoveya peymanê de wê balafirên şer ên F-35 û F-15IA bên tedarîkkirin.

Wezareta Parastinê diyar kir ku ev razemenî armanc dike ku hêza hewayî ya Îsraîlê heya bi dehan salên din jî garantî bike.

Peyman di demeke welê de pêk hat ku rageşiya bi Îranê re û şerê bi Hîzbûllaha li Lubnanê re didome.

Li aliyê din, di budçeya 2026’an de ji bo parastinê zêdeyî 41 milyar Euro hate veqetandin, ev yek weke mezaxtina leşkerî ya herî zêde ya di dîroka welêt de hate diyarkirin.