Îsraîl: Serokê Îstîxbarata Îranê hate kuştin

Li Rojhilata Navîn şerê giran dewam dike. Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz diyar kir ku Serokê Îstîxbarata Îranê Îsmaîl hatîb bi operasyonekê hate kuştin.

Katz di daxuyaniya xwe de îdîa kir ku Wezîrê Îstîxbaratê Îsmaîl Hatîb "Serkêşê mekanîzmaya zext û sûîqestan a li Îranê bû."

Wezîrê Îsraîlî ragihand ku tundiya êrişên li ser Îranê gihîştiye asteke bilindtir.

ÎRANÊ LI HERÊMÊN CUDA XIST

Li gorî medya dewletê ya îranê, welat vê sibehê bi êrişên nû yên hewayî yên Îsraîl û DYE'yê hejiya. Li gel paytext Tehranê herêma Loristan a Rojhilatê Kurdistanê, Hemedan û herêmên Fars ên li başûr bûn hedef.

Çavkaniyên nêzî Îranê diyar kirin ku li eyaleta Loristanê li bajarê Dorudê di êrişa DYE û Îsraîlê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan, 56 kes jî birîndar bûn.