Îsraîl: Li Libnanê 700 endamên Hizbullahê hatin kuştin

Artêşa Îsraîlê îdîa kir ku ji 2’yê Adarê ve ye di encama êrîşên li ser Libnanê de 700 endamên Hizbullahê hatine kuştin.

Hate diyarkirin ku li başûrê Libnanê zêdetirî 500 cih hatine hedefgirtin û hejmara kesên ku di encama êrîşan de jiyana xwe ji dest dane ji hezarî derbas bûye.

Artêşa Îsraîlê îdîa kir ku ji 2’yê Adarê ve ye di encama êrîşên li ser Libnanê de 700 endamên Hizbullahê hatine kuştin.

Ji Berdevkiya Artêşa Îsraîlê Yarbay Nadav Shoshani daxuyaniyek da çapemeniya navneteweyî û got ku êrîş bi armanca dabînkirina ewlehiya jîngehên li bakurê Îsraîlê tên domandin.

Shoshani diyar kir ku armanca operasyonan lawazkirina kapasîteya leşkerî ya Hizbullahê ya li ser xe ta sînor û ‘’dûrxistina gefa li ser sînor’’ e.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee jî da zanîn ku di encama operasyonan de zêdetirî 500 hedefên Hizbullahê hatine îmhakirin.

Li gorî daneyên ku roja Çarşemê ji aliyê rayedarên Libnanê ve hatine parvekirin, heya niha di encama êrîşên Îsraîlê de 1.094 kesan jiyana xwe ji dest dane û 3.119 kes jî birîndar bûne. Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê bîlançoya şerî bêyî ku welatiyên sivîl û şervanan jihev cuda bike, parve dike.