Îsraîl: Fermandarê hêzên taybet ê Hizbullahê hate kuştin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di êrîşeke esmanî de ku li başûrê Libnanê pêk aniye, fermandarekî ser bi Hizbullahê ve hatiye kuştin.

Berdevkê artêşa Îsraîlê yê bi zimanê Erebî Avichay Adraee diyar kir ku êrîş roja şemiyê li herêma Majdel Selmê pêk hatiye.

Li gorî daxuyaniyê, di êrîşê de tevî Ebû Xelîl Burcî ku wekî fermandarê hêzên taybet ê yekîneya el-Radwan a Hizbullahê tê naskirin, du mîlîtanên din jî jiyana xwe ji dest dane.

Artêşa Îsraîlê îdîa kir ku Burcî di salên dawî de di vê yekîneyê de cih girtiye û beriya mirina xwe, rêveberiya hêzên taybet ên berpirsiyarê plankirin û birêvebirina operasyonên li dijî hêzên Îsraîlê dikir.

Li aliyê din hate ragihandin ku Hizbullah li dijî operasyonên bejayî yên Îsraîlê, bi taybetî li herêmên Hiyam, Taybe û Naqûrayê berxwedana xwe didomîne.

Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnanê de hejmara miriyan her ku diçe zêde dibe. Li gorî agahiyên dawî yên ku êvara şemiyê hatine parvekirin, di êrîşan de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihiştiye 1024an û hejmara birîndaran jî gihiştiye 2740 kesî.