Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku roja sêşemê di êrîşên Îsraîlê yên li ser Başûrê Lubnanê de, herî kêm 31 kes mirin û 40 kes jî birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniya wezaretê di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de herî kêm 4 zarok û 3 jin hene. Hat diyarkirin ku di êrîşên li ser herêma Burc eş-Şimali ya li nêzî bajarê Sur de 14 kes mirin.
ÎSRAÎL OPERASYONÊN XWE BERFIREH DIKE
Serokwezîr Binyamin Netanyahu ragihand ku Îsraîl wê operasyonên xwe yên leşkerî yên li Lubnanê zêde bike.
Netanyahu diyar kir ku ew fealiyetên xwe yên li Lubnanê zêde dikin û got, ew ê ‘herêma ewlehiyê’ ya li ser sînor berfireh bikin.
Artêşa Îsraîlê her wiha ragihand ku wan operasyonên bejahî jî kûr kiriye.
JI BO BI DEHAN GUNDAN BANGA TEHLIYEYÊ
Artêşa Îsraîlê ji bo herî kêm 50 bajarok û gundên li Başûr û Rojhilatê Lubnanê, banga tehliyeyê kir.
Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee li ser platforma X’ê bi Erebî daxuyanî da û bang li niştecihên herêmê kir ku “demildest malên xwe biterikînin û derbasî bakurê Çemê Zahranî bibin.”
NEXWEŞXANE HATE HEDEFGIRTIN
Hat ragihandin ku li bajarê Nabatieh piştî êrîşan li gelek nuqteyan dûman bilind bû. Ajansa nûçeyan a fermî ya Lubnanê ANI diyar kir ku ji ber bombebaranê li nexweşxaneya civakî zirarên mezin çêbûn.
Herêm tevî agirbesta 17’ê Nîsanê jî, di bin bombebarana Îsraîlê de ye.
XEBATKARÊN TENDURISTIYÊ HÎN JÎ TÊN HEDEFGIRTIN
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê da zanîn ku li herêma Srifa du xebatkarên tenduristiyê yên girêdayî Amal Movement di encama êrîşan de jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin ku ji destpêka şer û vir ve hejmara xebatkarên tenduristiyê yên hatine kuştin, gihişte 120’an.
WINDAHIYA CAN JI 3 HEZARÎ DERBAS KIR
Li gorî daneyên dawî yên Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, Îsraîl ji destpêka meha Adarê û vir ve êrîşan didomîne û di encamê de herî kêm 3 hezar û 213 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Îsraîl îdîa dike ku di êrîşan de Hîzbûllah û binesaziya wê tê hedefgirtin. Lê belê tê nirxandin ku li herêmê xeteriya berfirehbûna şer didome, îhtîmala lihevkirinê ya navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îranê jî lewaz bûye.