Îsraîl êrişên li ser Lubnanê nasekinîne

Îsraîl li gel agirbesta bi Îranê re jî êrişên li ser Lubnanê dewam dike.

Berdevkê artêşa Îsraîlê yê bi Erebî diaxive albay Avichay Adraee li ser hesabê medya dîjîtal peyamek da û got, "Li Lubnanê şer dewam dike. Agirbest ji bo Lubnanê derbas nabe."

Adraee careke din bang li gel kir ku ji herêma li başûrê Çemê Zahrani biçe, ku nêzî 40 kîlometreyî ji bakurê sînorê Îsraîlê derbas dibe.

HÎZBÛLLAHÊ ÊRIŞÊN XWE RAWESTAND

Li aliyê din, ajansa Reutersê li gorî sê çavkaniyên nêzî Hîzbûllahê ragihand ku Hîzbûllahê di çarçoveya agirbesta navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û Îranê de êrişên xwe rawestandiye.

Ji sibehê saet di 01:00 û vir ve Hîzbûllahê li ser bakurê Îsraîlê û leşkerên Îsraîlê yên li nava xaka Lubnanê ti êriş nekir. Li bakurê Îsraîlê jî sîrenên alarmê lê nexist.

Li gorî çavkaniyên navborî, tê payin ku Hîzbûllah têkildarî helwesta xwe ya li ser agirbestê belavokekê biweşîne.

Îsraîlê nîvê şevê jî êrişên xwe dewam kir. Li Başûrê Lubnanê di êrişa li Seydayê de 8 kes mirin, zêdeyî 20 kes birîndar bûn.

Ji 2'ê Adarê û vir ve di êrişên Îsraîlê de zêdeyî 1.500 kesî jiyana xwe ji dest dan.