Îsraîl: Em dikarin Îranê vegerînin serdema kevirî
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz ragihand ku ji bo "Îranê vegerînin Serdema Kevirî" li benda pejirandina Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ne.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz ragihand ku ji bo "Îranê vegerînin Serdema Kevirî" li benda pejirandina Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ne.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz, roja pêncşemê di daxuyaniyekê de diyar kir ku Îsraîl ji bo operasyoneke leşkerî ya berfireh a li dijî Îranê, li benda "ronahiya kesk" a ji aliyê DYA’yê ve ye.
Katz destnîşan kir ku Îsraîl amade ye şerê li dijî Îranê ji nû ve bide destpêkirin û got ku Hêzên Parastinê yên Îsraîlê (IDF) hem ji bo parastinê hem jî ji bo êrîşê amadekariyên xwe temam kirine û armanc hatine diyarkirin.
Katz ji bo Times of Israel axivî û da zanîn ku pêşîniya Îsraîlê hedefgirtina serokatiya Îranê ye; her wiha bi êrîşên li ser binesaziya enerjî û elektrîkê, armanc dikin ku welat di nav tarîtiyê de bihêlin û vegerînin serdema kevirî.
Katz îdîa kir ku ev êrîşa tê plankirin dê ji operasyonên berê cuda be û got: Ev êrîş dê bimirintir be û li cihên herî hesas ên rejîma Îranê derbên wêranker lêxe.
Li aliyê din, gefên êrîşê yên li ser tesîsên enerjiyê û binesaziya sivîl di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de nîqaş dan destpêkirin. Protokola Zêde ya Peymanên Cenevreyê ya sala 1977’an, xala 52’an, bi eşkereyî diyar dike ku armancên sivîl nabin hedefa êrîş an jî tolhildanê.
Serokê DYA’yê Donald Trump jî ji ber daxuyaniyên bi vî rengî yên li ser Îranê rastî rexneyan hatibû. Trump di nirxandineke xwe de gotibû: "Şaristaniyek tevahî dê ji holê rabe û êdî qet venagere.