Îsraîl di muzakereyên bi Lubnanê re de dixwaze Fransayê dûr bike
Sefîrê Bilind ê Îsraîlê yê li Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) Yechier Leiter diyar kir ku ew naxwazin Fransa tevlî muzakereyên navbera Îsraîl û Lubnanê bibe.
Sefîrê Bilind ê Îsraîlê yê li Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) Yechier Leiter diyar kir ku ew naxwazin Fransa tevlî muzakereyên navbera Îsraîl û Lubnanê bibe.
Yechier Leiter piştî hevdîtinên li Washingtonê axivî û got, “Em teqez naxwazin Fransî tevlî van muzakereyan bibin.”
Dîplomatê Îsraîlî gotinên tund bi kar anî.
LI GORÎ ÎSRAÎLÊ FRANSA ‘NE HEWCE YE’
Letiter li ser pirsa rojnamevanekê ya têkildarî Fransayê, ev bersiv da, “Pêdivî bi wan nîne. Bi taybetî li Lubnanê bandoreke wan a erênî nîne.”
PARÎSÊ NERAZÎBÛN NÎŞANÎ ÎSRAÎLÊ DA
Rêveberiya Emmanuel Macron êrîşa Îsraîlê ya ku 8’ê Nîsanê li ser Lubnanê pêk anî, weke “nayê qebûlkirin” nirxandibû û li ber operasyoneke bejahî ya gengaz rabû bû.