Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz, got ku li pêş operasyonên artêşa Îsraîlê ya li başûrê Libnanê tu astengî tune ye. Katz, diyar kir ku Îsraîl ji deverên ku weke “herêma ewlehiyê” tê binavkirin ku di nav axa Libnanê de ye, venakeşe.
ŞERTÊN ÎRANÊ JI BO DANÛSTANDINÊN AGIRBESTÊ
Îranê, ragihand ku ji bo pêşveçûna danûstandinên bi DYE re, divê şerê li Libnanê raweste. Tehran, got ku heke pevçûnên di navbera Îsraîl û Hizbullah de bidomin, ew ê neçin qonaxa dawî ya danûstandinan.
Çavkaniyek nêzî şandeya danûstandinan ji çapemeniya Îranê re axivî û got ku heta agirbesta li Libnanê neyê bicih anîn û qedexeyên li ser firotina petrola Îranê neyê rakirin dê Tengava Hurmizê neyê vekirin.
LI BAŞÛRÊ LIBNANÊ CARA EWIL BÊDENGÎ SERWER E
Ji destpêka şer ve cara yekem e ku li başûrê Libnanê aramiyeke berfireh hate tomarkirin. Ji saet 16:00’ê ya roja Şemiyê ve ne êrîşên hewayî û ne jî topbaran nehatin tomarkirin. Lê hat gotin ku İHA’yên Îsraîlê hîn jî li ser herêmê difirin.
BENDEWARIYA GEL A DILNERIHET
Tevî vê aramiyê, gelê herêmê ji destpêkirina êrîşên nû yên Îsraîlê ditirse. Di bombardumana giran a roja Şemiyê de, li gorî agahiyên destpêkê, 40 heta 45 kes hatin kuştin. Berpirsyarên herêmê bi taybetî yê bajarê Nebatiye bang li sivîlên koçber kirin ku ji bo vegera malên xwe lez nekin.
ROJA ŞEMIYÊ 97 ÊRÎŞ HATIN KIRIN
Li gorî çavkaniyên herêmî, artêşa Îsraîlê heta saet 16:00’ê ya roja Şemiyê li başûrê Libnanê 97 êrîş pêk anîne. Nebatiye, Cezzîn û 42 gundên din bûn hedef. Di heman demê de, hat ragihandin ku Hizbullahê tu operasyona leşkerî li dijî Îsraîlê pêk neaniye.