Îsraîl: Dewletek û şerê wê yên herêmî -I

Di 129 salên bihurî de ku ji Yekemîn Kongreya Siyonîzmê ya li Baselê heya avakirina dewletê û naskirina Qudsê ya weke paytextê Îsraîlê ya ji aliyê DYE’yê ve Îsraîl veguherî avaniyeke hegemon û a niha li Rojhilata Navîn di nava şerekî mezin de ye.

DOSYA ÎSRAÎLÊ

Dîrok 14’ê Gulana 1948’an e. Civîneke li Tel Avîvê çarenûsa Rojhilata Navîn guherand. Konseya Neteweyî ya Cihûyan, avakirina dewleta Îsraîlê îlan kir. Di ser re 78 sal derbas bûn lê belê cîhan hê jî li ser sînorên Îsraîlê nîqaşan dike. Şerê Îsraîl û Filîstînê ku ev nêzîkî sed salan e berdewam dike, Komkujiya Naziyan, Peymanên Îbrahîmî, Korîdora Davûd, şerê Îranê, rageşiyên herêmî û tifaq… Me avaniya etno-civakî ya Îsraîlê, polîtîkayên ku li Rojhilata Navîn bi rê ve dibe û bandorên van polîtîkayan ên li ser roja me ya îroyîn ji bo xwînerên ANF’ê di bin dosyayeyeke ku ji du beşan pêk tê de lêkolîn kir.

Îsraîl, tekane dewlet e ku lê hejmara Cihûyan zêde ye. Di serî de Aşkenaz û Cihûyên Sefarad, li welatekî ku ji sedî 76,3 Cihû lê dijîn hejmara Misilman, Xiristiyan, Durziyan ji sedî 21,3 ye û nifûsa din a mayî ya ji sedî 2,6’an jî ji gelên cuda pêk tê. Zimanê fermî Îbranî ye; Erebî jî xwediyê statuya taybet e. avaniya aborî di salên avabûnê de xwe dispart çandinî û modela kibbutz a kolektîf û di roja me ya îroyîn de jî berê xwe daye teknolojiya pêşketî, pîşesaziya parastinê, nîvîsbarî, biyoteknolojî û sektorên ewlehiya sîber.

YEKEMÎN KONGREYA SIYONÎZMÊ

Xakên ku a niha Îsraîl lê ye heya Şerê Cîhanê yê Yekemîn di bin kontrola Împaratoriya Osmaniyan de bû. Wê demê hê dewleta Îsraîlê nehatibû avakirin lê belê li Ewropayê ji bo avakirina dewletekê nîqaş dihatin kirin. Sal 1897 û cih bajarê Basel ê Swîsreyê. Cihû, ji bo lidarxistina Yekemîn Kongreya Siyonîzmê hatin ba hev. Di sala 1896’an de rojnameger Thedor Herzl pirtûkeke bi navê ''Der Judenstaat'' yanî ‘’Dewleta Cihûyan’’ weşandibû û di kongreyê de fikrên di pirtûkê de cih digirtin, hatin nîqaşkirin. Herzl, Cihû bû û li Viyanayê dijî. Digot ku divê Cihû dewleta xwe ava bikin û bi taybetî jî li dijî dijminahiya li hemberî Cihûyan a li Ewropayê ev yek pêş xistibû. Di dawiya kongreyê de Bernameya Baselê hate weşandin. Di vê belgeyê de avakirina dewleteke Cihûyan a li Filistînê û ji bo ku Tekîlata Siyonîzma Cîhanê xwe bigihîne vê armancê divê bixebite, dihatin derpêşkirin.

Beriya sala 1897’an jixwe kêmeke koçberên Siyonîst hatibûn Rojhilata Navîn. Heya sala 1903’yan hejmara van gihîşt 25 hezaran. Piraniya wan jî ji Ewropaya Rojhilat hatibûn. Li gel nîv milyon Erebên li herêmê dijîn. Di navbera salên 1904 û 1914’an de pêla duyemîn a koçberan ya ji 40 hezar kesî pêk dihat, hate Rojhilata Navîn.

PÊVAJOYA MÊTINGEHIYA ÎNGILISTANÊ

Lı gel têkçûna Împaratoriya Osmaniyan a piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn wan deman kontrola xakên Îsraîlê ku wan weke ‘’Filistîn’’ dihate zanîn, di sala 1918’an de bi awayekî fermî derbasî Îngilistanê bû; hevsengî bi lez guherîn. Piştî demeke kurt Cemiyeta Neteweyan jî ku dikare weke bingeha Neteweyên Yekbûyî (NY) ya roja me y îroyîn were hesibandin, piştgirî da dagirkeriya Îngilistanê. Cihûyan navê Îsraîlê li van xakên ku li rojavayê Urdinê diman, kiribû.  Li gel biryara Cemiyeta Neteweyan a 25’ê Nîsana 1920’an Îngilistan hate erkdarkirin ku li Filistînê ji bo Cihûyan ‘’maleke neteweyî’’ veke. Lê belê dema ku ev yek dihat kirin diviya mafên civakên ne Cihû jî neyên astengkirin.

Lê belê di sala 1916’an de rêveberê Îngilîz ê li Misirê Sir Henry McMahon, li bajarên Ereban ên Osmaniyan soza serxwebûnê dabû Ereban. Li gel vê yekê Peymana Sykes-Picot a di navbera Fransa û Îngilistanê de bi awayekî veşartî, hate îmzekirin, herê di navbera van welatan de dikir du perçe û derpêş dikir ku li Filistînê jî rêveberiya navneteweyî were avakirin. Di sala 1917’an de Wezîrê Karên Derve yê Îngilistanê Arthur Balfour, soz da ku li Filistînê ji bo gelên Cihû dewletek were avakirin. Ev yek di nameya ku yek ji rûspiyên Siyonîstan Lord Rothschild re hatibû şandin de cih digirt. Ev name weke Deklarasyona Balfourê tê bibîranîn. Soza avakirina dewleteke ji bo Cihûyan a li Filistînê rageşiya di navbera her du gelan de zêde kir. Cihûyan digot ku ev der xakên wan ên qedîm in û Filistînî jî li hemberî vê yekê derdiketin. Û bi vî awayî bingeha şerê ku di roja me ya îroyîn de jî berdewam dike, hate avêtin.

ŞERÊ EREB Û CIHÛYAN

Di navbera salên 1920-40'an de Cihûyên ku piraniya wan ji zulma li Ewropayê û komkujiya Şerê Cîhanê yê Duyemîn reviyan, berê xwe didan Filistînê. Ev yek jî di nava civakên Ereb de bû sedema hêrs û serhildanê. Hejmareke nifûsê ya di sala 1922’yan de ji aliyê Îngilistanê ve hate kirin, nîşan dida ku hejmara Cihûyan ji sedî 11’ê nifûsa Filistînê ya 750 hezar kesî pêk dihat. Di 15 salên piştre jî wê 300 hezar  Cihûyên din bihatana. Rageşiya di navbera Ereb û Cihûyan de, di Tebaxa 1929’an de veguherî şer û pevçûnên mezin. 133 cihû, ji aliyê Filistinayan ve hatin kuştin. Nerazîbûnên Ereban, li gel greva giştî ya berfireh a di sala 1936’an de veguherî bêîtaetiya sivîl.  Di Nîsana 1936’an de di navbera komên girêdayî İzzettin el-Kassam û Cihûyan de şer û pevçûn derketin û hin kesan jiyana xwe ji dest dan. Miftiyê Qudsê 16’ê Nîsanê weke ‘’Roja Filistînê’’ pênase kir û greva giştî îlan kir.

Di Tîrmeha 1937’an de li Îngiloistanê Komîsyoneke Keyatiyê ya di bin serokatiya wezîrê dewletê yê berê yê berpirsiyarê Hindistanê Lord Peel, pêşniyar kir ku vê herêmê di navbera Cihû û Ereban de bike du beş. Dewleta Cihûyan, wê yek ji sêyan Filistîna ku di bin dagirkeriya Îngilîzan de pêk bihata û wê Behra Celile û deştên li ber perevê jî di nav de bûna.  Nûnerên Ereb û Filistî teklîf red kirin û daxwaz kirin ku koçberî bisekine û dewleteke yekgirtî ya rêzê li mafên pêkhateyan digire, were avakirin.

YÊN JI KOMKUJIYA NAZIYÊ REVIYAN

Dema ku rageşiya li Filistînê berdewam dikir, komkujiya di serdema Elmanyaya Naziyan de ya di navbera salên 1933-1945’an de di rojeva cîhanê de bû.  Tê texmînkirin ku rejîma Naziyan 6 milyon jê Cihû bi tevahî 11 milyon însan qetil kirine. Naziyan bawer dikir ku Elman Aryan in û ‘’Nijada Raser in.’’ Li gorî vê baweriyê hin însan ji ber genetîka xwe yan kokên xwe yên çandî yan jî ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê  li gorî standartên Naziyan ew kes in ku ‘’nayên xwestin.’’ Cihû, Çîngene, Polonî, Slavên din û astengdarên fîzîkî û zihnî bes ji beşeke wan yekan bû. Wêraniya ji ber komkujiyê, lêgerîna cihûyên ku sax mabûn ya ‘’dewleteke ewle’’ xurttir kir û di qada navneteweyî de têkarî li fikra avakirina dewleteke Cihûyan kir. 

NETEWEYÊN YEKBÛYÎ KETE DEWRÊ Û ÎSRAÎL HATE DAMEZRANDIN

Li herêmê bûyerên tundiyê zêde bûbûn. Îngilistanê berpirsiyariya çareserkirina pirsgirêja Cihû û Ereban di 1947’an de dewrî NY’ê kir. Komîteya taybet a NY’ê, pêşniyar kir ku herêmê di navbera Filistîn û dewletên Ereb de dabeş bike.  Nûnerên Filistînî yên weke ‘’Komîteya Bilind a Ereban’’ dihatin zanîn, teklîf red kirin û nûnerên Cihû ev yek qbûl kir. Li gorî plana parvekirinê, ji sedî 56,47’ê Filistînê ji dewleta Cihûyan re û ji sedî 43,53’yê wê jî ji dewleta Ereban re dihat parvekirin. Quds jî dibû bajarekî navneteweyî. Di 29’ê Mijdara 1947’an de Desteya Giştî ya NY’ê bi dengê 33 welatan plan erê kir.

Û 14’ê Gulana 1948’an. David Ben-Gurion, piştî du hezar salan damezrandina yekem dewleta Cihûyan îlan kir. Lê belê ev yek dewleteke wisa bû ku sînorên wê nediyar bûn. Biryar, piştî roja ku yekîneyên dawîn ên Îngilistanê ji herêmê derketin, kete meriyetê. Filistînî, 15’ê Gulanê weke ‘’El Nakba’’ yanî roja ‘’Bobelatê’’ bi bîr tînin. Roja din artêşên Misir, Sûriye, Urdin û Iraqê Îsraîl dagir kirin. Yanî yekem şerê Ereban û Îsraîlê dest pê kir. Şer û pevçûn li gel hin agirbestên di sala 1949’an de bi dawî bûn.  Li gel agirbestê du herêmên ku roja îroyîn jî gelekî di rojevê de derketin holê: Şerîda Xezeyê û Şerîeya Rojava. Xeze, di bin kontrola Misirê de bû û Şerîeya Rojava jî di bin kontrola Urdinê de bû. Agirbest çêbû lê belê ji ber ku dewletên cînar naskirina Îsraîlê red dikirin di mijara sînoran de lihevkirinek çênebû. 

ŞERÊ 6 ROJAN Û SÎNORÊN ROJA ÎROYÎN

Rageşiya di navbera cînarên Îsraîl û Ereban de, rê li ber destpêkirina Şerê 6 Rojan ê di 5’ê Hezîrana 1967’an de. Îsraîlê, di Şerê 6 Rojan de Nîvgirava Sinayê û Şerîda Xezeyê yên di bin kontrola Misirê de û Şerîeya Rojava û Qudsa di bin kontrola Urdinê de  û Girên Golanê yên aîdî Sûriyeyê dagir kirin. Yanî di nava 6 rojan de xakên xwe sê qatî zêde kirin.  Wêdetir Qudsa Rojhilat û Girên Golanê weke ilheq û Quds jî weke paytext îlan kir. Her du pêngav jî ji aliyê civaka navneteweyî ve nehatin qebûlkirin. Konseya Ewlehiyê ya NY’ê li gel biryara xwe ya hejmar 242’yan bidestxistina xakê ya bi rêya şerî red kir û ji Îsraîlê xwest ku xakên di şeş rojan e bi dest xistine biterikîne û ji wan deran derkeve.  Li gorî NY’ê di vî şerî de 500 hezar Filistîniyên din bûn koçber; berê xwe dan Misir, Libnan, Urdin û Sûriyeyê.

Quds, di vê pêvajoyê de ji ber ku ji bo sê olên semawî pîroz e, bû navenda şer û pevçûnan û wisa ma. Vê yekê heya serdema destpêkê ya Serokê DYE’yê Donald Trump berdewam kir. DYE, ji kêm welatan e ku Quds weke paytextê Îsraîlê nas kiriye.  Li gorî piraniya civaka navneteweyî jî Qudsa Rojhilat û Girên Golanê di bin dagirkeriyê de ne. Sînorê Îsraîlê yê li gel Misirê, dema ku Misirê weke dewleta Ereb cara ewil Îsraîl nas kir ew jî di sala 1979’an de fermî bûn.

Îsraîlê hemû leşker û niştecihên xweyên li Nîvgirava Sinayê heya sala 19822yan hêdî hêdî vekişandin.  Nîvgirava berbehs hê jî di bin kontrola Misirê de ye.  Şerîda Xezeyê, Şerîeya Rojava û Girên Golanê jî di bin dagirkeriya Îsraîlê de man. Duyemîn dewleta Ereb a ku Îsraîl nas kir jî bû Urdin. Urdinê sînorê dirêj ê ku di sala 1994’an de parve kir, fermî kir. Her çend di navbera Îsraîl û Urdinê de lihevkirneke aşitiyê pêk nehatibe jî xeta agirbesta 1949’an a her du welatan, bi fiêlî sînorê bakur ê Îsraîlê ye.  Li ser sînorê Sûriyeyê jî nelihevkirin hene. Girên Golanê, ji bilî Îsraîl û DYE’yê ji aliyê civaka navneteweyî ve weke dagirkeriyê tên pênasekirin. Îsraîlê di sala 2005’an de  leşkerên xwe û niştecihên xwe vekişandin û bi awayekî fiêlî sînorê Xezeyê derket holê.  Di rastiyê Filistîn bûye du perçe; li Xezeyê Hamas heye û li Şerîeya Rojava jî rêveberiya di bin serokatiya Mahmud Abbas de heye.  Xeze û Şerîeya Rojava, ji aliyê NY’ê ve di bin navê Filistînê de weke avaniyeke siyasî ya yekperçe tê qebûlkirin. Û bi awayekî fermî sînorên wê nehatine diyarkirin.  Rageşiya di navbera Filistîn û Îsraîlê ta di sala 19482an de dest pê kiriye û car caran vediguere şerî, hê jî berdewa dike.

Sibehî: Îsraîl: Dewletek û şer û pevçûnên wê yên herêmî -II

*Şerê Îsraîl û Hamasê, Lihevkirinên Îbrahîm, Korîdora Davûd, Şerê Îranê.