Îsraîl: Dewletek û şer wê yê herêmî -II

Peymanên Îbrahîmî yên Îsraîlê, plana Korîdora Davûd û şerê wê yê li gel Îranê li Rojhilata Navîn dibe sedema gelek krîzan. Misogerkirina ewlehiya, binesaziya xweya enerjiyê û reqabeta li ser rêyên bazirganiyê ji gelên herêmê re bes wêraniyê tînin.

DOSYA ÎSRAÎLÊ

Ji salên 1930’an ve heya niha di navbera Îsraîl û Filistînê de şer çêbûn, lê belê di 7’ê Cotmeha 2023’yan de Hamasa ku Xeze bi rê ve dibir, êrîşî Îsraîlê kir û xetên fayê yên li ber şikestinê yên li Rojhilata Navîn şikandin. Herî kêm ev bîst sal bûn li herêmê nelihevkirina herî cidî di navbera dost û hevalbendên Îranê û dost hevalbendên DYE’yê de bû.  Ev şer ne di navbera Îsraîl û Hamasê de bû; li bilî koma alîgirê Îranê ya weke ‘’Mihwera Berxwedanê’’ jî tê binavkirin, Hizbullaha Îranê, rejîma HTŞ’ê ya li Sûriyeyê, Hûsiyên li Yemenê, Îranê û hin komên Şîe jî daxilî pêvajoya berbehs bûn. Li gel destpêkirina şerî Îsraîlê plana xwe ya xurtkirina pozîsyona xwe ya li herêmê û dabînkirina kontrola torên bazirganiyê yên girîng jî xistin dewrê.

Li gel êrîşa Hamasê ya li ser Îsraîlê rê li ber kuştina nêzîkî 200 Îsraîliyan û dîlgirtina bi sedan kesî vekir û hevsengiya herêmê ya hesas serûbin kir. Hamasê bi hincetên weke ‘’dorpêça’’ li ser Xezeyê, ‘’tundiya’’ li ser Filistiyênli Şerîeya Rojava û nasnekirina statuya siyasî ya Filistînê êrîş da destpêkirin. Îsraîlê jî ev rewş weke ‘’gefa li ser hebûnê’’ nirxand û êrîşên hewayî û bejahî yên berfireh dan destpêkirin.  Şerê berbehs bû sedem ku di nava du salan de deh hezaran Filistînî werin kuştin, piraniya binesaziya Xezeyê were hilweşandin û krîzeke mirovî ya giran derkeve.

HEVDÎTINÊN ‘AŞTIYÊ’ Û PLANA TRUMP A LI SER XEZEYÊ

Dı mehên ewil ên şerî de li gel navbeynkariya Qeter, Misir û DYE’yê abirbestên demkî çêbûn; di Mijdara 2023’yan de û piştre beşeke dîlan hatin berdan. Lê belê şer û pevçûnan gelek caran dubare dest pê kirin. ‘’Plana Aşitiyê ya Xezeyê’’ ya di Îlona 2025’an de ji aliyê Serokê DYE’yê Donald Trump ve hate eşkerekirin, bû xaleke krîtîk. Armancên planê yên sereke; li gel tasfiyekirina avaniya siyasî û leşkerî ya Hamasê  misogerkirina hedefên ewlehiyê yên Îsraîlê, dabîkirinkirina vekişandineke Îsraîlê ya qonax bi qonax, serbestkirina derbasbûna alîkariyên mirovî û di bin çavdêriya navneteweyî de destpêkirina pêvajoya avakirina ji nû ve.

Lê belê plana jinûveavakirinê ya berbehs bal kişand. Dema ku Trump di Çileya 2026’an de li bajarê Davos ê Swîsreyê danasîna planê dikir ev yek anîn ziman: ‘’Ez di rastiyê de emlakfiroş im û dema ku emlak dibe mijara axaftinê her tişt girêdayî pozîsyonê ye. Li vî cihê ku li ber behrê binêrin. Li vî milkê xweşik binêrin.’’ Jinûveavakirinê, nîşan dida ku di nava xwe de gelek bînayên li perava Behra Spî, adên înşaetê yên li herêma Refahê û avabûna berfireh dihewîne.

Ji bilî van yekan ‘’qadên xaniyan’’, ‘’kompleksên pîşesaziyê, navendên daneyan, navendên hilberînê’’ û ‘’park, tesîsên çandinî û werzîşê’’, lîmaneke li başûr a li nêzîkî sînorê Misirê, bakafirgeh û li ser sînorên Misir û Îsraîlê xaleke derbasbûnê jî dihatin plankirin.

Trump, zexta gerdûnî ya şerê gelekî berdewam kir, berjewendiyên hevalbendên Ereb û hewcehiya tifaqa herêmî ya li dijî Îranê weke hincet nîşan dan û piştgiyeke mezin da Îsraîlê; lewre planê destkeftiyên stratejîk ên Îsraîlê diparast û di heman demê de armanc dikir ku normalbûna li gel welatên Ereb kûr bike û aramiya meyînde pêk bîne.

Di Cotmeha 2025’an de beşeke planê hate sepandin. Beşeke mezin dîlgirtiyan û li hemberî îadekirina yên mayî girtiyên Filistinî hatin berdan.  Ji Çileya 2026’an û pê ve piraniya agirbestê dihat parastin û li Xezeyê li ser ‘’Desteya Aşitiyê’’ û komîteya rêveberiya neteweyî pêvajoya jinûveavakirinê hate destpêkirin. Lê belê car caran şer û pevçûn rû didin û kêmasiya alîkariyan berdewam dike.

PEYMANÊN ÎBRAHÎMÎ

Dema ku Trump bû serokê DYE’yê di her du serdemên xwe de têkiliya di navbera Washington û Tel Avîvê de pêş xist û ev yek ji bo Îsraîlê bû sedem ku emcamên girîng bi dest bixe. Ji van ya herî balkêş, Peymanên Îbrahîmî bû ku di sala 2020’an de hatibû îmzekirin. Peymanên ku balê dikşîne ser navê Îbrahîn ku di Cihûtî, Xiristiyanî û Îslamiyetê de weke pêxemberê hevpar tê qebûlkirin, weke pêvajoya ‘’normalbûna li gel Îsraîlê’’ jî tê zanîn.
 
Pêvajoya ku di Îlona 2020’an de dest pê kir, Îsraîl, Mîrnîşînên Erebî yên Yekbûyî, Bahreyn; piştre Sûdan, Fas (2020-2021) û piştre jî hin welatên din girtin nava xwe. Armanca peymanan; pêşxistina hevkariya aborî, teknolojîk û ewlehiyê, dabînkirina ‘’aşitiya germ’’ û avakirina ‘’eniyeke hevpar’’ a li dijî Îranê bû.

Îsraîl li gel van peymanan armanc dike ku hebûna xwe ya li herêmê xurt bike; bi awayekî rasterast li gel Ereban têkiliyên dîplomatîk, aborî û leşkerî avabike; bêyî ku di mijara Filistînê de tawîzeke cidî bide, normalbûnê pêk bîne. Di wiha li hemberî Îranê avakirina blokeke ewlehî û îstixbaratê ya li Kendav û Efrîqaya Bakur jî di nava armancên wê de cih digire.

Di çarçoveya peymanan de zêdekirina hevkariya di qadên weke bazirganî, firotina çekan, turîzm, firînên rasterast, hişç çêkirî, çandinî û enerjiyê de plan dike. Ev pêvajo ji aliyê DYE’ya hevalbendê Îsraîlê yê herî nêz ve jî ji aliyê avakirina blokeke alîgirê DYE’yê ya li Rojhilata Navîn, hevsengîkirina bandora Îranê, pêşxistina projeyên teknolojîk û aborî û xurtkirina hevkariya leşkerî ve jî girîng bû.

Li gel vê yekê beşeke peymanan hê jî di asteke dîplomatîk de tê birêvebirin û hê jî tam neketine meriyetê.

PROJEYA KORÎDORA DAVÛD

Korîdora Davûd ku şaxeke girîng a stratejiya herêmî ya Îsraîlê ye, li Sûriyeyê li gel hilweşîna rejîma Beşar Esad weke planeke bilez pêş ket. Armanca Îsraîlê ya li gel vê planê ew bû ku ji Girên Golanê dest pê bike, herêmên Siwêdaû Dera yên Durziyan ên li başûrê Sûriyeyê, li Rojhilat Baregeha El Tanf û Herêma Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hev ve girê bide û xetekê ava bike.  Îsraîl dixwaze li gel vê xetê qada xwe ya dagirkirinê berfireh bike, li dijî Îranê herêmeke tampon ava bike, çavkaniyên av û genimî kontrol bike û xeteke nû ya lojîstîk û bazirganiyê ava bike.

Rejîma HTŞ’ê ya ku Şamê bi rê ve dibe, di Tîrmeha 2025’an de li Siwêdayê êrîşî Durziyan kiribû. Îsraîlê ev yek weke derfetekê bi kar anî û bi hinceta ‘’parastina Durziyan’’ li dijî Siwêdayê û biryargeha Wezareta Parastinê ya li Şamê êrîş pêk anîn; hin Durziyên Îsraîlî yên li ser sînor jî derbasî Sûriyeyê bûn. Ev pêngava Îsraîlê, li herêmên Durziyan qadeke fiêlî ya ewlehiyê diafirîne û li aliyê başûr ê korîdorê derfeta bandor û derbasbûnê dide Îsraîlê.

REQABET Û ŞERÊ LI GEL REJÎMA ÎRANÊ

Şer û pevçûnên di navbera Îran û Îsraîlê de, di rastiyê de xwe dispêre dijminahiyeke îdeolojîk û stratejîk a piştî Şoreşa Îranê ya 1979’an derketiye holê. Rejîma Îranê li ser komên ku weke ‘’Mîhwera Berxwedanê’’ tê zanîn li dijî Îsraîlê kar dike û di heman demê de bernameya moşekên balîstîk jî pêş xist. Îsraîlê jî hem li dijî van komên wekîl hem jî astengirina bidestxistina çekên nuklerî ya Îranê û zêdekirina bandora xwe ya li herêmê dest bi êrîşan kir. Bi gotineke din, Îranê dixwest li Rojhilata Navîn li gel berfirehkirina mîhwera Şîeyan Îsraîlê dorpêç bike û kontrola herka enerjiya gerdûnî bidest bixe; Îsraîl jî armanc dike ku li gel piştgiriya DYE’yê van planan asteng bike û li herêmê bibe aktorê sereke. Em di vê tabloyê de şerê du hêzên hegemon dibînin.

Yekem şer û pevçûna di navbera aliyan de ya nerasterast di Nîsana 2024’an de li gel êrîşa Îranê ya li ser Îsraîlê ya bi drone û moşekan û bersivdayîna Îsraîlê ya ji vê yekê re dest pê kir. Her çend ev rageşî demeke kurt sekinî jî nêzîkî pîştî salekê di Hezîrana 2025’an de şerekî ku 12 rojan berdewam kir, derket. Dema ku Trump hewl dida ji aliyekî ve di navbera her du aliyan de hevdîtinan bide destpêkirin ji aliyekî ve jî zexta xwe ya li ser bernameya nukleerî ya Îranê zêde kir; lê belê ev hewldan bi ser neketin.

Di 28’ê Sibata 2026’an de DYE û Îsraîlê ji nû ve êrîşî Îranê kirin. Îsraîl li gel bernameya nukleerî û moşekan a Îranê tora hêzên wekîl jî hedef girtin; di operasyonên dawîn de qada gazê ya bi navê Parsa Başûr a li eyaleta Buşehrê jî hedef girt. Her wiha tesîsên binesaziyê yên leşkerî û stratejîk ên li Tehran, Şîraz û Tebrîzê jî hatin hedefgirtin; kapasîteya parastin û moşekan a Îranê derbên giran xwarin.

Îranê jî li gel Tel Avîvê baregehên DYE’yên li welatên Kendavê, qadên petrolê û saziyên dîplomatîk hedef girtin. Şerî belav bû herî kêm 12 welatan.  Li rex van yekan Îranê li Tengava Hurmuzê destûr neda derbasbûna keştiyên bazirganiyê.  Şer li gel nûçeyên têkildarî bi hezaran kesên jiyana xwe ji dest dane, birîndar û dûrxistina ji cih û waran, bi demê re veguherî şerekî enerjiyê.

HIZBULLAH, KOMÊN ŞÎA Û HUSÎ

Îsraîl, di plana xwe ya heyî ya têkildarî Rojhilata Navîn de bes ne lawazkirina rejîma Îranê; di heman demê de dixwaze şaxên ‘’Mîhwera Berxwedanê’’ yên Libnanî Iraq û Yemenê jî ji holê rake. ‘’Mîhwera Berxwedanê’’, Hizbullah, Husî, komên Şîe yên li Iraqê û Hamasê di nava xwe de digire.

Hizbullah zêdetir bi êrîşên roketan ên li ser xeta Libnan û Sûriyeyê, Husî li gel êrîşên li ser keştiyên li Behra Sor û komên din jî li gel operasyonên li eniyên cuda hewl didan Îsraîlê lawaz bikin.  Lê belê di salên dawîn de kadroyên pêşeng ên van avaniyan derbên xwarin û hêzên wan kêm bû.

Nediyar e ku wê şerê heyî yê ku ev bîst roj in berdewam dike, çawa bi dawî bibe. Lê belê tekane tişta teqez ew e ku ev şerê ku di navbera Îran, Îsraîl û DYE’yê de dest pê kir û gelek welatên din beşdar bûne, ji bilî wêraniyê tiştekî din nade gelên li Rojhilata Navîn.