Îsraîl amadekariyê dike ku operasyonên li Lubnanê berfireh bike
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz diyar kir ku wî ferman da artêşê ku amadekariyan bike ji bo operasyonên li Lubnanê berfireh bike.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz diyar kir ku wî ferman da artêşê ku amadekariyan bike ji bo operasyonên li Lubnanê berfireh bike.
Katz peyamek bi dîmen weşand û anî ziman ku bi Serokwezîr Binyamin Netanyahu re ferman dane artêşa Îsraîlê ku amadekariyan bike ji bo çarçoveya operasyonên leşkerî yên li Lubnanê berfireh bike.
Katz êrişên Hîzbûllahê yên li ser Îsraîlê weke hincet nîşan da û gef xwar ku eger rêveberiya Lubnanê Hîzbûllahê kontrol neke wê ji bo astengkirina gefên li ser herêmên bakur ên Îsraîlê li xaka Lubnanê kontrolê bike.
Ji şeva Çarşemê heta sibeha Pêncşemê li Lubnanê bi taybetî li banliyoyên başûr ên Beyrûdê êrişên Îsraîlê yên giran hatin kirin.