Îsraîl: Alî Larîcanî û fermandarê Besîc Suleymanî hatin kuştin

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz ragihand ku di êrişên li ser Îranê de ji payebilindan Alî Larîcanî û fermandarê Besîc Gulamreza Suleymanî hatin kuştin.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz diyar kir ku di êrişên li ser Îranê de yên bi şev hatin kirin, Sekreterê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Alî Larîcanî û Fermandarê Bersîc Gulamreza Suleymanî "hatin bêbandorkirin."

Katz anî ziman ku ev agahî ji aliyê Serokê Fermandariya Giştî ya Îsraîlê ve jê re hatiye ragihandin.

Artêşa Îsraîlê jî di daxuyaniyeke cuda de diyar kir ku Suleymanî li Tehranê "di êrişeke bi hedef de" hate kuştin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, êriş li gorî îstîxbarata leşkerî hate kirin.

Li gel îdîayên Îsraîlê, meqamên Îranê hîn li ser êrişê daxuyaniyeke fermî nedane.

Kesayetên navborî, di avaniya ewlekarî û siyasî ya Îranê de bi rolên girîng radibûn.