Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu, di peyameke vîdyoyî de ragihand ku ew bi Serokê DYA’yê Donald Trump re di nav koordînasyoneke tam de ne û diyar kir ku êrişên li ser Îranê wê bidomin.
Ev daxuyanî piştî ku her du kargehên herî mezin ên polayê yên Îranê ragihandin ku wan faliyetên xwe rawestandine, hate dayîn. Kargeha Polayê ya Xuzistanê (Khuzestan Steel Company) li başûrê rojavayê Îranê û Kargeha Polayê ya Mobarakeh (Mobarakeh Steel Company) li Îsfehanê, ragihandin ku ji ber êrîşên Îsraîl û DYA’yê yên hefteya dawî, wan hilberîn rawestandine.
Pola ku hilberekî pîşesazî yê stratejîk e, li Îranê hem di pîşesaziya sivîl de hem jî di qadên hilberîna leşkerî yên wekî mûşekan, balafirên bêmirov (AHB) û keştiyên şer de tê bikaranîn.
TRUMP: EM DIKARIN TENGAVA HORMUZÊ VEKIN
Li aliyê din, Serokê DYA’yê Donald Trump jî têkildarî Tengava Hormuzê daxuyaniyek da û angaşt kir ku "piştî demeke kurt" ew dikarin tengavê bi hêsanî ji nû ve vekin.
Trump parast ku ev gav wê ji bo cîhanê qezenceke mezin a aborî biafirîne. Lê belê di daxuyaniya xwe de derbarê vê yekê de planeke berbiçav an jî dîrokek par ve nekir.