Îranê ragihand ku li baregehên DYE'yê yên li Bahreyn û Urdunê xistiye

Artêşa Îranê ragihand ku weke bersivdana li bombardûmana DYE'yê ya li ser welatê wan, bi droneyan êriş biriye ser baregehên leşkerî yên Emerîkî yên li Bahreyn û Urdunê.

Artêşa Îranê di daxuyaniya xwe de ku li televîzyona dewletê hate weşandin, diyar kir ku li hemberî bombardûmana Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya li ser xaka Îranê, ku di şeva 13'emîn de dewam kir, wan bi droneyên kamîzkaze êriş biriye ser navendên leşkerî yên Emerîkayê yên li Bahreyn û Urdunê.

Di daxuyaniyê de hate gotin, li Baregeha Hewayî ya Îsa ya li Bahreynê, depoyên sotemeniyê, depoyên ji malzemeyên leşkerî yên mezin, sîlo û leşkergeh bi droneyên bi tîpa "Arash" hate hedefkirin.

Artêşa Îranê her wiha diyar kir ku li Baregeha Hewayî ya El-Ezrakê ya li Urdunê hangarên balafiran, navendên leşkerî bi droneyan bombe kiriye.

Li aliyê din, sibeha Înê li Bahreynê dengê teqînê hate bihîstin.

DI ÊRIŞÊN DYE'YÊ DE 4 KES MIRIN

Rayedarên Îranî ragihandin ku li başûrrojavayê welêt nîvê şevê di êrişên DYE'yê de yên li derdora bajarê petrolê Ahwazê 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, pênc kes jî birîndar bûn.

Rayedarê eyaleta Huzistanê Valiullah Hayati ji ajansa nûçeyan a dewletê IRNA re axivî û anî ziman ku êriş ji aliyê DYE'yê ve hatiye kirin û got, yên di êrişê de jiyana xwe ji dest dan "şehîd" in.