Îranê mal û milkên 62 muxalîfan desteser kir
HRANA’yê ragihand ku Îranê mal û milkên 62 xwepêşander, girtiyên siyasî, çalakvan, rojnameger û kesên ku li derveyî welat jiyan dikin, desteser kir.
HRANA’yê ragihand ku Îranê mal û milkên 62 xwepêşander, girtiyên siyasî, çalakvan, rojnameger û kesên ku li derveyî welat jiyan dikin, desteser kir.
Rêxistina Mafên Mirovan a HRANA, ragihand ku bi fermana desthilata dadwerî, dewleta Îranê li bajarên Hemedan û Sêminanê dest daniye ser mal û milkên 62 welatiyên ku li dijî hikûmeta Îranê bûne muxalîf.
Her wiha hate diyarkirin ku ew kesên ku dest danîne ser mal û milkên wan xwepêşander, girtiyên siyasî, çalakvan, rojnameger û kesên ku li derveyî welat dijîn e.
Beriya niha Dozgerê Giştî yê Tehranê, biryara naskirin û desteserkirina mal û milk û girtina hesabên bankayê yên zêdetirî 400 kesayetên naskirî yên li derveyî welat ragihandibû. Ev lîste li gorî desthilata dadwerî, ev hejmarek ji lîstikvan (aktor), werzîşvan, rêvebir û çalakvanên medyayê pêktên.
Di 26’ê Cotmeha sala 2025’an de ji aliyê parlamentoya Îranê ve ev ceza hatibû erêkirin.